Li Amedê xebatkara tenduristiyê întihar kir

Xebatkara tenduristiyê Fatma Demîrel a ku bi KHK’ê ji kar hatibû avêtin întihar kir. SES'ê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir û ev hat gotin; “Em ê li hemberî zextên OHAL û KHK’ê bêhiqûqiya ku li dijî hemû hevalên me hatiye kirin, hesab bipirsin.”

Amed - Xebatkara tenduristiyê Fatma Demîrel a ku dema li Nexweşxaneya Zarokan a Amedê dixebitî bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji kar hat derxistin, li mala xwe ya Amedê întihar kir. Hat diyarkirin ku Fatma Demîrel a 48 salî ya ku demeke dirêj bêkar ma, li kar digeriya.
Parvekirina dawî ya Fatma Demîrelê ku 2 roj beriya întiharê ji platforma ku karkeran serî lê dane re kiribû, bi navê bikarhêner "Evîn Guneş" wiha bû: "Ji her kesê re merheba. Ez li karekî nû digerim û ger hûn piştgiriyê bidin min, ez ê gelek kêfxweş bibim. Ez ji niha ve ji bo pêşniyarên pêwendî, şîret û fersendên ku hûn dikarin pêşkêş bikin spas dikim. #OpenTowork"
SES: Em ê hesabê we bipirsin
Dema ku Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, mirina Fatma Demîrel ragihand, Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) li ser hesabên xwe yên medyayê ev peyam parve kir: “Mixabin zilma KHK’ê bi dawî nabe. Ev zilm li Amedê bû sedema mirina kesek din. Endama me ya îxrackirî Fatma Demîrel li hemberî vê zilmê nikaribû li ber xwe bide û dawî li jiyana xwe anî. Em nikanin tehemulê mirina kesek din bikin, em ê li hemberî zextên OHAL û KHK’ê, bêhiqûqiya ku li dijî hemû hevalên me hatiye kirin, hesab bipirsin.”