Li Amedê serkeftina hilbijartinê: Gel xwedî li îradeya xwe derket

Gelê Amedê serkeftina hilbijartinên xwecihî tevahiya şevê pîroz kir. Gelê ku polîtîkaya qeyûmê û desthilatdariyê têk bir, hem xwedî li îradeya xwe û hem jî nasnameya xwe derket.

Amed - Di hilbijartinên xwecihî yên ku 31’ê Adarê ango duh li bajarên Tirkiye û Kurdistanê pêkhatin de partiya desthilatdar binketinek mezin jiyan kir, li Kurdistanê gel polîtîkayên qeyûman û hilbijêrin gerok derbas kirin û serkeftinên mezin bi dest xist. Li gorî encamên ne teqez, ji bilî bajarên mezin Amed, Mêrdîn û Wan 7 parêzgeh, 59 navçe û 8 bajarok hatin bidestxistin. Li Qers û Şirnexa ku hilbijêrin gerok pir zêde hatin anîn û li Bedlîsa ku cudahiya dengan kêm bû jî, wê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) îtîraz bike. Kurdistaniyan serkeftina xwe tevahiya şevê bi govend û dirûşmeyan pîroz kir.

Namzet û xebatkarên partiyê tevahiya rojê li qadan bûn!

Me jî der barê binpêkirinên di roja hilbijartinê de qewîmin û bûyerên piştî vê pêkhatin de têbiniyan girt. DEM Partî ya bi mehan e li qadan e, ji bo dawî li qeyûma ku 8 sal in li qadê ye bîne, şev û roj xebitî. Partiya ku bi namzetên hevşaredariyê û gel re derî bi derî geriyan, di tevahiya bê pêvajoyê de  serketina ku pêkwere jî li qadê nîşan da. Li dijî binpêkirinên di roja hilbijartinê ya dîrokî pêkwerin de, bi hezaran rêveber û parêzer, xebat meşandin.

Dengdayîna ku serê siharê di saet 7’an de dest pê kir, ber bi nîvro ve zêde bû, Li Amedê beşdarbûna hilbijartinê di rêja ji sedî 70’ê de ma. Bajarê ku ji ciwan bigre heta nexweşan hemû welatiyên dengê xwe bikaranîn, ji dîmenên cuda re jî şahidî kir. Îradeya kesên ku bi gopal an jî kursiyên bitekel çûn deng bikaranîne hemû kesan bandor kir, gelek welatiyên nexweş jî li ser milê xizmên dengên xwe bikaranîn. Dîsa namzetên hevşaredariyan, tevahiya rojê li bajer bi dehan dibistanên geriyan û atmosfera hilbijartinê di cihê wê de şopandin. Bi taybetî di hilbijartinê ku jin zêde eleqe nîşan dan de di nava rojê de gelek binpêkirin hatin jiyîn.

Gel xwedî li îradeya xwe derket û bertek nîşanî 'dizan' da!

Di saetên serê sibê de yekemîn nûçeya binpêkirinê, bi veguhestina nêzî 2 hezar hilbijêran re ji Qulpê hat. Leşkerên ku di dibistanên bi mînîbusan hatina anîn de dengê xwe bikaranîn, di saetên sibehê de derfet nedan ku welatî jî dengê xwe bikarbînin. Di navbera leşker û welatiyên ku bertek nîşanî vê yekê dan de nîqaş qewimî, li cihê ku hilbijêr hatin veguhestin ne tenê Qulp bû. Hikûmeta ku dixwest li gelek deverên Kurdistanê bianîna hilbijêrên gerok hevsengiyê guhere, bi taybetî li Qers, Şirnex, Bedlîs, Agirî û Sêrtê hewldanee taybet da.

Amed ferqek rekor avêt!

Gelê Kurd ku veguhêstina hilbijêran qebûl nekirin, îradeya xwe parast û ji ber vê yekê heta girtina sindoqan nobet girt, di van hilbijartinan de xeta rêya 3’emîn derbasê jiyanê kirin. Gelê ku serkeftinê û şaredariyan ji qeyûman bigre, bi coş û kelecanek mezin dengê bikaranî, bi dawîbûna hêjmartina dengan re encamên hilbijartinê ji avahiyên parêzgehê şopandin. Li Ameda ku ev çavdêrî dihat kirin, gel di demek nêz de pêşiya avahiya bajêr tijî kir. Li gorî encamên nefermî, DEM Partiya ku 11 şaredariyên navçe û bajarên mezin bi dest xist, ji bilî Amedê li gelek bajarên Kurdistanê ji wek partiya yekemîn hat hilbijartin. Dîsa li Qulpa ku veguhestina leşker bi awayekî xurt dihat meşandin, îradeya gel bi ser ket. Gelê Qulpê, bi ferqek mezin a dengan ş şaredariya xwe ji qeyûm wergirtin.

Ji 7 heta 70 her kes daket kolanan

Bi vebûna sindoqan re bi def û zurneyan li ber avahiya bajêr govend gerandin. Girseya ku bênavber dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî" û "Bijî berxwadana zindanan" berz kir, di nava deqeyan de bi hezaran kes li hev civiyan. Pîrozbahiyên ku ji 7 heta 70 salî hemû beşdar bûn, bi govend û tilîliyan dewam kir, li bajêr ji derveyî avahiya parêzgehê, li gelek cihan bi konvoy û tilîliyan pîrozbahî hatin li dar xistin. Parkartên jinan ên “Jin bi hev re xurt in" û yên mêran ên dibêjin "Biaxive, tu ji ku derê yî?" bûn rojev. Dayik û ciwanên ku bi hesreta rojên borî tevlî pîrozbahiyan bûn, gelek caran kêliyên hestiyar jiyan kirin. Gelê Amedê ku bal kişand li ser serketina gel a bi paşve şandina qeyûman, carek din xwe û hişmendiya xwe ya siyasî nîşanî hemû kesan dan.

Gel heta sibê li qadan pîrozbahî kir!

Girseya ku bi saetan govend gerand, ji coş û kelecana xwe tiştek winda nekir, heta serê sibehê dengê wesayîtên digerin neseknî. Gelê bajêr, diyar kirin ku gavên azadî û wekheviyê pir nêz e, ji dost û dijminan re jî nîşan dan ku wê carek din bin nekevin. Li bajara ku heta çend rojan pîrozbahî berdewam bike, çoşa 7'ê Hezîranê serwer e, me jî der barê hilbijartinên di bin binpêkirin de bi namzetên hevşaredaran re hevdîtinkir.

‘Kesên ku vî gelî nasnekirin têk çûn’

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Sultan Yaray, diyar kir ku AKP’ê li herêmê têk çû. Sultan Yaray, bi bîr xist dawiya hemû kesên ku îradeya gelê Kurd nas nake ev e û da zanîn gel vê serketinê bi dest xist.

Sultan Yaray, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Hemû kesên ku heta îro îrade û têkoşîna Kurdan nas nekir, tûne bûn. Em bi hilbijartinên 31’ê Adarê re vê yekê dibînin; AKP’ê hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê veguherî kavîlan. Ev polîtîkeyên tên meşandin, bû dawiya wan. Di şert û pêvajoyên herî zehmet de gel xwedî berpirsyariya xwe derketin û bersivek mezin dan. Me li Amedê hemû îradeya xwe ji nû ve girt. Me qeyûman şand. Gelê Kurd hem li dijî polîtîkayên hilê û hem jî asîmîlasyonê serî netewand.”

'AKP’ê wê bibe partiyek tabelayê’

Sultan Yaray, diyar kir ku AKP’ê wê li Kurdistanê bibe partiya tabelayê û wiha got: “Carek din kes nikare me li ser rêya me qût bike. Gelê Kurd wê tu carî ne jî azadî û ne jî têkoşîna xwe tawîzê nede. Bi van hilbijartinê re polîtîkaya 20 salan ê AKP’ê, pûç bû. Kesên ku dixwazin me tûne bikin, wê bi xwe tûne bibin. Hêza gel û vîna gel her tişte. Em ê vê yekê di pêvajoya pêşiya xwe de bi awayekî pir zelal bibînin.”

‘Em ê baweriya gel vala dernexin’

Leyla Ayaz a ku bi rêjeya ji sedî 70'ê bû Hevşaredara DEM Partî ya Rezanê, di axaftina xwe de spasiya hemû gelan kir. Leyla Ayaz, da zanîn bi mehan şev û roj xebitîn û diyar kir ku ev pêvajoya hilbijartinê wê ji bo pêvajoyên pêşa me jî bibe diyarker.

Leyla Ayaz, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dema em îro li sindoqan dinêrin, dibînin ku di beşdarbûne de kêmbûnek heye, lê em dibînin li Kurdistanê dengên DEM Partî zêde bûne. Qeyûma 8 salan, tecrîda girankirî ya li ser birêz Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên li girtîgehê jî rolek diyarker lêyist. Gelê Kurdistanê li gel partiya xwe sekinî. Niha di nava gel de coş û heyecaneke mezin heye. Em bi vê moralê ku me ji gel girt, biçin şaredariyan û dest bi xebatên xwe bikin. Gel bi dengên xwe baweriya xwe me anî. Em ê her tim vê baweriyê hembêz bikin û xebatên xwe bidomînin. Em her tim li vir in û em ê têkoşîna gelê xwe vala dernexin. Em ê bi awayekî herî xurt, xizmeta gelê xwe bikin."