Li Amedê rojnameger jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin
Li Amedê di serdegirtina malan de rojnameger Nurcan Yalçin û Derya Us jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/05/20240506-20240506-690x390cc-gazeteci-nurcan-yalcin-jpg276efd-image-jpg27019f-image.jpg)
Amed – Di çarçoveya lêpirsîneke ku Sergozgeriya Komarê ya Amedê daye destpêkirin îro di seatên siharê de polîsan avêtin ser malan. Di serdegirtina malan de rojnameger Nurcan Yalçin û Derya Us jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Hicetê binçavkirinê nehat zanîn. Tê gotin ku dê hejmara binçavkirinan zêde bibe.