Li Amedê pîrozbahiyên hilbijartinê dest pê kir

DEM Partî ya rûxmê dengên veguhestinê li Kurdistanê gelek bajar û navçeyan bi dest xist li Rêxistina Bajar a Amedê pîrozbahî lidar dixe.

Amed – Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) rûxmê dengên veguhestinê yê polîtîkayên qeyûmê piştî serkeftina li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê bidest xist, li pêşiya Rêxistina Bajar a Amedê ya DEM Partiyê pîrozbahî li dar dixe. Pîrozbahiya ku ji şîr heya pîr beşdariya her kesê û bi coş tê lidarxistin, bi meşaleyan û fîşekên hewayî kêliyên xweş hat jiyankirin.

Dirûşmen ‘Bijî Serok Apo’ olan da

Di pîrozbahiyê de bi stranên Kurdî govend hat gerandin û dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin. Welatiyên ku bi alên DEM Partiyê û temeziyên kesk û sor û zer beşdarî pîrozbahiyê bû peyama ku dê bi awayekê ku venegere qeyûman bişînin dan. Di pîrozbahiyê de her wiha bi dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Zindanan’ bal li ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome hat kişandin.

Gel hê jî ber bi avahiya bajêr ve diherike.