Li Amedê li dijî texrîbkirina goran bertek hat nîşandan

Malbatan li navçeya Lîce ya Amedê serdana goristana Çemê Elika û Sîsê kirin û bertek nîşanî texrîbkirina goristanan dan û ev payam dan:“Em vê zîhnyeta qirêj nalet dikin. Çi bikin bila bikin wê têkoşîn serbikeve.”

Navenda Nûçeyan- Li Amedê bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirina re (MEBYA-DER), Federasyona Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED) goristan hatin ziyaretkirin.

‘Em vê zîhnyeta qirêj nalet dikin’

Malbatên ku li Goristana Sîsê ya navçeya Licê ya Amedê rastî texrîbata li goran hatin, bertek nîşan dan. Malbatan peyama ku ew ê li dijî neheqî û zilma ku li wan tê kirin li ber xwe bidin dan. Hevserokê MEBYA-DER'ê Mehmet Emîn Kiliç behsa şehîdên azadî û demokrasiyê yên di goran de ne kir û anî ziman ku wan ji bo jiyaneke bi rûmet canê xwe feda kirine û wiha  got: “Ew ê her tim di dilê me de bin. Em ê felsefeya ku ji bo wê canê xwe dane her tim zindî bihêlin. Ji bo me mecbûrî ye ku heta em armancên wan pêk bînin, em têbikoşin. Em ê jî li ber xwe bidin. Divê yên li beramberî me baş zanibin, çi dikin bila bikin, bi hezaran salan êrîş bikin jî wê ev berxwedan bi ser bikeve."

Mehmet Emin Kiliç bertek nîşanî texrîbkirina goran da û got: “Bila ên ku dixwazin tabloya herî xeternak a li ser ruyê erdê bibîne bila werin goristana Sisê. Ev çi zîhnyeta qirêj û êrişker e. Em vê zîhnyeta qirêj lanet û şermezar dikin. Bila ew bizanin çi dibe bila bibe wê şehîdên em di dilê me de jiyan bike. Em soza li ser rêya wan bimeşin didin.”

Li goristana Çemê Elîka gor hatin texrîbkirin

Piştre çûn goristana Çemê Elika ya navçeya Lîcê, li goristanê dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ hate berzkirin, piştre dûa hate xwendin. Li goristana Çemê Elika kevirin goristanê ên ku navên kesên jiyana xwe ji dest dane li ser nivîsî hate dîtin ku hatibû şikandin û texrîbkirin. Malbatan bi lorînan bi hevre kevir komkirin. Di serdan goristanê de sekreterê berê ya MEBYA-DER Kasim Pervane axivî û derberê êrişên li dijî goran de bi gotina ‘rêzê li miriyên me jî nagrin’ bertek nîşan da. Kasim Pervane got: “Goristanên me talan kirin. Em vê qebul nakin, şermezar dikin.”

‘Emê li nirxên mirovatiyê ava dike xwedî derbikevin’

Berdevka Meclîsa jinan û parlementeran Amed ya DEM Partî Halîde Turkoglu ku beşdarî serdanê bû bal kişand ser xirabkirina goran û ev tişt got: “Em lê vêderê bê tehemûliya konsepta şer dibînin. Polîtîkayên qedexe yên desthilata AKP-MHP  nirxê mirovatiyê xira kiriye. Ger em jiyana xwe bi rûmet jiyan dikin, bi saya bedelên havalên me dayîne. Emê li nirxê ku mirovatiyê ava dike xwedî derbikevin. Ew dikarin tehemul nekin, lê belê emê bi têkoşîna ku em diparêzin emê jiyanek bi rumet bixin meryetê. Emê li nirxê xwe xwedî derbikevin.”