Li Amedê Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê tê avakirin

Rojnamegerên jin ên Kurd li Amedê li dijî binpêkirinên mafan ên rojnamegerên jin dijîn, zimanê mêr serwer ku li medyayê tê bikar anîn û li dijî vegotinên zayendparêz, dê di 7’ê Cotmehê de Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê ava bikin.

Navenda Nûçeyan – Di 7’ê cotmehê salvegera mirina Gurbettelî Ersoz ku li Tirkiyeyê bûye jina ewil a Gerînendetiya Weşana Giştî kiriye de dê Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) were avakirin.

Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê ku di 3’ê Gulana 2017’an de hat avakirin ragihand ku ji bo xwe bigihînin hê zêdetir rojnamegerên jin, binpêkirinên mafan ên rojnamegerên jin pê re rû bi rû dimînin aşkere bikin û li dijî zimanê mêr, zayendparêz ê li medyayê tê bikar anîn têbikoşin dê Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê ava bikin.