Li Amedê jinek hat kuştin
Li Rêzanê di restoranekê de pevçun derket û jinek a li wan nêzîkan di balkona mala xwe de bû ji ber gulebaranê ji çendê xwe birîndarbû.
Amed - Li restoraneke ya li ser Cadeya Gursel a navçeya Rezana Amedê şevê dinê êrişeke çekdarî pêk hat. Gelek gule li deriyê restoranê, dîwar û tabelayê ketin. Di êrişê de kes birîndar nebû û gelek polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Vê carê jî di navbera koma ku êriş pêk anî û polîsan de pevçûn derket û belavî nava kolanan bû. Li gorî îdiayan di encama gule berdana polîsan de jina bi navê F.Î. ya 50 salî ku li şaneşînê bû, ji destê xwe birîndar bû.
Tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê F.Î. ya birîndar rakirin nexweşxaneyê.