Li Amedê ji sindoqan re eleqeyek zêde heye
Bi destpêkirina bikaranîna dengan re, li Amedê gel herikîn ser sindoqan.
Amed – Li Tirkiyeyê îro 64 milyon û 113 hezar û 914 hilbijêr dê biçin ser sindoqan. Li Amedê ku coşeke mezin tê jiyîn, hilbijêr di saetên serê sibê de çûn ser sindoqan û dest bi bikaranîna dengan kirin.
Gelê ku eleqeyeke mezin nîşanî sindoqan dan, di saetên sibê de çûn dibistanên ku dê dengê xwe bikarbînin, ji ber qerebalixê li pêşiya rêfan rêz hatin avakirin.
Dê çavder û parêzer li qadan bin
Li bajêr dengdayîn berdewam dike, çavdêrên Partiya Çepên Kesk ku li dibistanan erkdarîn, dê ji bo pirsgirêkên ku di dema dengdanê de werin jiyîn li qadan bin. Ji bilî erkdarên bi rayedar, li navenda bajêr dê 250 parêzerên dilxwaz cih bigrin. Dîsa endamên partiyê bi ekîbên gerok re dê tevahiya rojê rewşa dawî ya li navend û navçeyan bişopînin.
12 namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk jî çûn dibistanan û dest bi deng dayîne kirin.