Li Amedê di nava 5 rojan de 3 jin hatin qetilkirin!

Li Amedê di nava hefteyek de sê jin hatin qetilkirin. Li Kayapinar, Baglar û Erxaniya Amedê sê jin du ji wan ji aliyê hevjînên xwe ve yek jî ji aliyê kesê ku mehek berê hev berdabûn ve hatin qetilkirin

Amed – Li Tirkiyeyê her diçe şîdeta li ser jinan zêde dibe. Li Amedê di nava 5 rojan de 3 jin hatin qetilkirin. Di van cînayetên ku li Baglar, Kayapinar û Erxeniyê çêbûn de kiryar kesên dîsa kesên herî nêz in.

Li Taxa Medya ya Kayapinara Amedê roja borî Mehmet Denîzlî (33), di saetên sibehê de hevjîna xwe Basra Denîzlî (38) bi çekê qetil kir. Mehmet Denîzlî dûre bi heman çekê întihar kir.

Li Baglarê êvara 21’ê Gulanê Îhsan Bayram, gule berda Jiyan Bayrama a ku mehek berê hev berdabûn. Jiyan Bayram piştî êrîşê jiyana xwe ji dest da, Îhsan Bayram jî hat girtin û wî şandin girtîgehê.

Di 25’ê Gulanê de jî li Erxeniya Amedê Vezîre Erturk, ji aliyê hevjînê xwe Denîz Erturk ve hat qetilkirin. Denîz Erturk çend saet piştî bûyerê hat binçavkirin.