Li Amedê 165 jinan ji ber şîdetê serî li baroyê dan

Endema Lijneya Rêveber a Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, parêzer Oyku Çakmak, bal kişand ku tenê di meha Adarê de 165 jinan serî li baroyê dane û diyar kir ku şîdeta li dijî jinan ji hejmarên fermî yên tên zanîn gelek zêdetir e.

 
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Li gorî daneyên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) li Tirkiyeyê di meha Adarê de 36 jin hatine qetilkirin, di du hefteyên serî yên meha Nîsanê de jî bi heman rengî gelek jin hatine qetilkirin. Endama Lijneya Rêveber a Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, parêzer Oyku Çakmak da zanîn ku wekî gelek bajaran li Amedê jî bûyerên şîdeta li dijî jinan her diçe zêdetir dibin û got ku tenê di meha Adarê de 165 jinan ji ber şîdeta dîtine serî li baroyê dane. 
“Jin rastî her awayê şîdetê hatine”
Oyku Çakmak ragihand ku jin bi gelek awayên şîdetê re rûbirû mane û behsa kesên serlêdan kirine û şîdeta dîtine de ev ragihand: “Gelek ji van jinan bi giliya ku di heman demê de rastî gelek awayên şîdetê hatine serlêdan kirin. Ger em têkildarî vana çend hejmaran bidin, 28 ji van jinên serlêdan kirine rastî şîdeta zayendî, 63 ji wan şîdeta hestiyarî, 69 ya aborî, 66 fizîkî, 75 ya gotinên xirab û 63 jî rastî gefê hatine.
“Dane ji hejmarên fermî pir zêdetir in”
Oyku Çakmak got ku hejmara bûyerên şîdetê, ji daneyên di dest de pir zêdetir in û diyar kir ku her kes jî dizane ku çi tê jiyîn. Oyku Çakmak bal kişand ku ji ber baweriya jinan bi dad û saziyên xwedî biryarê tune ye, dibe sedem ku ji bo pêvajoya edlî serlîdan nekin û wiha domand: “Bi taybetî di dema pandemiyê de em dibînin ku jin kêm ji malê derdikevin an jî nikarin bi telefonê rehet biaxivin. Kesên ku telefon vedikirin baroya me, pir kêm diaxivîn. Me dengê gelek jinên ku telefon vedikirin ji me re digotin ‘em rica dikin hûn li me negerin, dema ku hevjînê min li malê be ez nikarim biaxivim’ bihîstin. Ji ber ku mêr zêdetir li malê ma, jin bi awayê sîstematîk rastî şîdetê hatin. Bi pandemiyê re şîdeta nedîtî ya li dijî jinan zêdetir bû. Ji ber vê yekê em dizanin ku hejmar, ji yên tên zanîn pir zêdetir e.  
“Tabloya heyî pir tirsnak e”
Oyku Çakmak anî ziman ku li Amedê di ve pêvajoyê de gelek jin hatine qetilkirin û bal kişand ku hejmara di destê wan de pir zêde û bi tirsnak e û wiha got: “Tenê yên ji aliyê baroya me ve tên zanîn di meha Adarê de 165 jinan serlêdan kirine. Dibe ku ji bo bajarekî 2 milyon şêniyên wî hene kêm were dîtin lê di rastiyê de ev hejmar nîşan dide ku şîdeta sîstematîk a li ser jinan çiqas tirsnak e. Em dizanin ku gelek jin rastî şîdetê hatine. Tenê di meha Adarê de 36 jin hatin qetilkirin. Sala borî ev hejmar 25 bû. Ev rewş bi tenê jî nîşan dide di rewşa heyî de şîdet û êrîşên zayendî yên li ser jinan çendî zêdetir bûne.”
“Biryarên ku tên girtin cesaret didin mêran”
Oyku Çakmak diyar kir ku di bûyerên şîdetê de sedema herî mezin a gotinên mêran û feshkirina Peymana Stenbolê ye lewre mêran ji vê yekê cesaret girtine û wiha domand: “Wekî tê zanîn hewldana feshkirina Peymana Stenbolê çendek berê ji aliyê serokomar ve hat kirin. Me gelek caran anî ziman ku ev hukmê vê biryarê tune ye lê bi pêvajoya darazê li dijî biryarê me doz vekir ku Şûraya dewletê biryarê bide rawestandin. Demek kin piştî vê hewldana serokomar li Tirkiyeyê di nava 24 saetan de 6 jin hatin qetilkirin. Bi vê yekê diyar bû ku biryara serokomar çiqas cesaret daye mêran.
“Tiştên em dijîn encama feraseta heyî ne”
Dema em li 20 salên rêveberiya li welatê xwe binêrin em ê bibînin ku bi zimanê mêrane û zayendperest ê desthilatdariyê, qadên pevçûnê tên afirandin û zêdetir dibin. Li dijî cînayetên jinan ên her diçe zêdetir dibin ji devê rayederên payebilind ên vî welatî gotinek ji bo şermezarkirinê dernakeve. Ev jî nîşaneya herî mezin e diyar dibe ku dixwazin wekî meseleyek nava malbatê bidin dîtin û bi vî awayê feraseta desthilatdariya mêr bidomînin. Tiştên ku em îro dijîn encama vê ferasetê ne.”