Li Almanya şidet zêde bûye: Di nava salekê de 24 hezar serlêdan hat kirin

Li Almanya di demê pandemiyê de şideta li beramberî jinê zêde bûye, ji xeta alikariyê re di nava salekê de 24 hezar serlêdan hat kirin. Rêvebera xeta alikariyê Petra Sochting da diyar kirin ku ew bi 17 zimanan xizmetê didin civakê, ew cihê ku astengiya ziman jî heye bi zimanê îşaretan xizmet heye.

Navenda Nuçeyan - Li Almanya di pêvajoya pandemiyê de ew jinên ku rastî şîdetê tên li gora rêjeyên salên bûrî xeta alikariyê ya ku ji bo pêşî li şideta di nava malbatê de bigre xizmetê dike, hîn zêdetir serlêdan tên kirin û bi taybet daxwaza alikariyê dikin. Rêvebera xeta alikariyê Petra Sochting da zanîn ku di sala 2020’an de nêzî 51 hezar bangawazî hatine kirin, li gora rêjeya salên bûrî ji sedan 15 zêdebûn çêbûye. Hêjmara telfonan bi taybet di meha Nîsana 2020’an de heta niha gelek zêde bûye, nêzî 24 hezar gilî di derbarê şîdeta di nava malbatê deye, ev hêjmare li gora rêjeyên salên dinê dide diyarkirin ku şîdeta di nava malbatan de ji sedan 20 zêdetir bûye.” 
Bi 17 zimanan xizmet tê kirin
Petra Sochting bal kişand li ser şêwirmendên xizmetkirinê bi 17 zimanan xizmetê didin meşandin û di heman demê de hemwelatiyên ku ji zimanê xwe astengdarin jî ji bo wan bi zimanê îşaretê xizmetê dikin û wiha domand: “Aktivbûna xeta alikariyê bi ew dengê ku kampanyayan daye vedan ve girê dide, zêdebûna şîdetê di demê pandemiyê de bandorek mezin kiriye. Di mijara şîdeta di nava malbatê de ne tenê ew jinê ku rastî şîdetê tên jinên nêzî wan û ciranên wan wa agahdar dikin ku dibêjin şidet tê bi kar anîn. Hêjmara telafonê 08000/116016 zimeta şêwirmendiya jinan dike di nava heftiyê de her roj 24 seatan jin dikarin xwe bigihinin me. Di heman demê de jin di karin bi rêya online serdana siteya internetê ya bi navê www.hilfetelefon.de. bikin û daxwaza alîkariyê bikin.”