Li Almanya reforma kurtajê hat rojeva parlementoyê

Li Almanyayê pêşnumaya ji bo di sazkirina kurtajê de reform pêk bê hatiye amadekirin, li Meclîsa Federal tê nirxandin. Nayê zanîn ka ewê mijar berî hilbijartinan bighê biryarek an na.

Navenda Nûçeyan – Li Almanyayê kurtaj (jiberxwegirtina zarok) a ku qedexe ye, bi pêşnûmaya hatiye amadekirin, li Meclîsa Federal tê nirxandin. Gelek rexne jî li vê pêşnumaya sazkirinê tên kirin.

Di sererastkirinê de çi hene?

Kurtaj li Almanyayê niha li gor 218’emîn xala Qanûna Ceza ya Alman qedexe ye. Lê belê kurtajên di nav 10 hefteyên destpêkê de bên kirin, bi şerta ku jin ji berê de xizmeta şêwirmendiyê bistîne, rastî pêkanînek cezayî nayê.  Her wiha, dema ku jin ji ber sedemên tibî  an jî di encama êrîşa zayendî de ducanî be, dikarin zarok ji ber wê bigirin. Ji bo vê yekê jî ceza nayê dayîn.

Bi piranî parlementerên SPD û Keskan li ser pêşnumaya reforma sazkirinên heyî yên di mijara kurtajê de, disekinin. Dixwazin ku kurtaj ji qanûna ceza bê derxistin. Di pêşniyarnameyê de tê xwestin ku kurtaja heta heftiya 12’emîn, bi awayekî qanûnî were pejirandin û ceza neyê dayîn. Tê xwestin ku lêçûnên kurtajê di pêşerojê de jî ji aliyê sîgortaya tenduristiyê ve bên dayîn.

Rexneyên ji bo pêşnumayê

Partiyên muxafazakar ên wek Yekîtiya Demokrat a Xirîstiyan (CDU), Yekîtiya Civakî ya Xirîstiyan (CSU), Alternatîfa ji bo Almanyaya populîst a rastgir (AfD) û Demokratên Azad (FDP) ku ji koalisyonê veqetiyane, li hember reformê xwe neqayîl dikin. Dêra Katolîk jî xwest ku sazkirina heyî bê parastin. Di sazkirina ku niha tê nîqaşkirin de, tê diyarkirin ku jiyana hê jidayîk nebûye yanê cenîn têra xwe nayê parastin.

Yên ku li hember sazkirinê ne her wiha dibêjin têkildarî rêziknameyên pêk tên lêpirsîn nayê destpêkirin, lewma jî jinên ducanî û bijîşk wek sûcdar tên dîtin û ew vê yekê erê nakin. Wezîrê Dadê yê berê Buschmann jî di nav de gelek pisporên dadê ne bawer in ku pêşnuma li Dadgeha Makezagonê bê erêkirin.

Ji bo pêşnumaya guhertinê tê diyarkirin ku ji 733  parlamenteran tenê 327'an gotine erê. Lê ji bo ku bê erêkirin, pêwîst e 367 dengên erê bên dayîn. Li Almanyayê di 23’yê Sibata 2025'an de hilbijartinên giştî yên pêşwext tên lidarxistin. Nayê zanîn ka heta wê çaxê ewê li Meclîsa Federal dengdan çêbe an na.