Li Akbelenê leşkeran barîkata xwe mezin kirin

Ji bo Îkîzkoy û parêzvanên jiyanê ku li dijî qirkirna xwezayê li daristanên Akbelenê têkoşîna xwe didomînin tuwaletên seyar ên ku xwestin binîn qadê hatin astengkirin, li ber tuwaletên seyar barîkat hatin avakirin!

Navenda Nûçeyan- Li daristanên Akbelenê ku li Îkîzkoya Mîlasa Muglayê, Şîrketa Limak û IC bi hev re ji bo berfirehkirina qada madenê ya Enerjiya YK dest bi qirikirina xwezayê kirin li dijî qirkirina xwezayê têkoşîna şêniyên Îkîzkoyê û parêzavnên jiyanê di roja 23’an de ye. 

Nehiştin tulawetên seyar werin avakirin!

Di roja 22’an a têkoşînê de duh ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ve ji bo gundî û parêzvanên jiyanê çar tuwaletên seyar şandin herêmê lê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên li herêmê ve hatin astengkirin. Hemwelatiyên ku hewl dan tuwaletên seyar bibin qada nobetê hêzên ewlehiyê êrîşî wan kirin.

Barîkat danîn

Du kesên ku bi derbkirinê hatin binçavkirin, li ber tuwaletên seyar ên ku negirtin qadan lekşeran barîkat ava kirin. Şaredariyê bi riya fîrmayan tuwaletên seyar şandin lê ji ber ku leşkeran nehiştin werin avakirin careke din vegerandin.

Parêzavên jiyanê yên ku hatin binçavkirin, di saetên şevê de hatin berdan.