Li Afrîkayê jin agir berdan tesîsên madenê
Li bakurê rojavayê Guinea-Bissau, bi sedan jinan duh agir berdan tesîsên madenê yên ku zirarê didin jîngehê û ji hêla şîrketek Çînî ve têne rêvebirin.

Navenda Nûçeyan – Hat ragihandin ku hemû tesîsên madenê yên aîdî şîrketa Çînî ya ku ji sala 2022’an vir ve li Nhiquin a nêzî bajarê peravê Valera yê li welatê Afrîkayê Gîne-Bîsau dixebite, şewitîn. Jinan diyar kirin ku derxistina madena bi navê zirkon a ku di pîşesaziyên zêrkerî û nukleerî de tê bikaranîn, zerarê dide xwezayê, jinan pêşî hilweşandina hawirdorê protesto kirin û piştre agir berdan tesîsan.
Li gorî agahiyên şahidan; Piştî bûyerê gelek jin û muxtarek hatin binçavkirin. Qaymeqamê herêmê ragihand ku hêzên ewlehiyê yên çekdar nekarîn mudaxeleyî bûyerê bikin, ji bo girtina jinên ku reviyane nav daristanê operasyon hat destpêkirin.
Jinên ku tesîsên madenê protesto kirin diyar kirin ku zeviyên birinc tên wêrankirin û di nav avê de masî nemaye û bertek nîşanî berdewamkirina van çalakiyan a bêyî destûra gelê herêmê dan.