Li Afganistanê xebatên hinek saziyên alîkariyê hatin rawestandin

Li Afganistanê hinek xebatên saziyên alîkariyê, ji aliyê Talîbanê ve hatin rawetandin. Xebatkarên wan dan zanîn ku karê wan ê li welat hatiye sekinandin.

Navenda Nûçeyan- Di rojên borî de Talîbanê li Afganistanê metnek der barê qedexekirina xebatên jinan di saziyên navneteweyî de weşandibû. Di vê çarçoveyê de Save The Children, konseya penaberan a Norveç û CARE International bi daxuyaniyek hevbeş diyar kirin ku xebatên wan hatine sekinandin. Rêxistinan diyar kirin ku li welat, jinên xebatkar li gel wan nebe nikarin bi awayek bi bandor xwe bigihîjînin jinên ku pêwîstiya wan bi pêdiviyan heye.

Hersê saziyan di daxuyaniya xwe ya hevbeş de destnîşan kirin ku ji ber ku li benda biryara rêveberiyê ne bernamyên wan hatine rawestandin. Di heman demê de bi bîr xistin ku ji ber qedexeya li ser personelan, wê di qeyranek mezin a aboriyê de bi hezaran kes bê kar bimînin.

‘Personel nebin em nikarin bixebitin’

Konseya penaberan a Norvecê û berpirsa Afganistanê Neil Turner di daxuyaniya çapemeniyê de got: “Em li gorî hemû normên çandî tevgeriyan, ji bo em xwe bigihîjînin jinên pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, personelên me yên jin ên herî girîng nebin em nikarin bixebitin. Li welat 468 personelên jin hene ku ji aliyê Talîbanê ve xebata wan a di van saziyan de hatiye qedexekirin.”

‘Ziyanê dide aboriya welat’

Alîkara nûneriya taybet a karûbarên Afganistanê ya Neteweyên Yekbûyî Ramîz Al-Akbarov da zanîn ku dê ev qedexeya îsdîhdama jinan bi hezaran kesan bixe nava tengasiyê û wê zirarê bide aboriya welat. Li Afganistanê gelek jin ji bo dahata xwe bikin dixebitin.”