Li Afganistanê werzîş, muzîk û wênexêziya li ser dîwaran qedexeye
Li Afganistanê Talîban werzîş, muzîk û wênexêzî qedexe kir, pêre jî paymengehên hunerî û wênexêziyê jî li bajêr wêran kirin. Ev yek bû sedema ku 20 lîstikvên jin ên futbol ji bajar derkevin.
Li Afganistanê Talîban werzîş, muzîk û wênexêzî qedexe kir, pêre jî paymengehên hunerî û wênexêziyê jî li bajêr wêran kirin. Ev yek bû sedema ku 20 lîstikvên jin ên futbol ji bajar derkevin.
Navenda Nûçeyan- Talîbanan hemû amûrên muzîkê li paymangeha muzîkê ya niştimanî ya paytexta Kabîlê wêran û talan kir. 20 lîstikvanên fotbolê ji tirsa ji Afganistanê derbasî Pakistanê bûn. Di nav lîstikvanên ku bi malbatên xwe re sînor derbas kirin de lîstikvanên tîmên neteweyî yên ku di vê rêwîtiya penaberiyê de burqa li xwe kirin hebûn. Tîmek herêmî ku di Lîga Premier a Jinên Afganî ya sala 2019’an de bi ser ket, yên ku malên wan hatin şewitandin û malbatên wan nîvê şevê ji hêla Talîbanê ve hate derxistin.
Talîban kiryarên xwe yên qedexekirina werzîşê ji bo jinan û şewtandina malên werzîşvanan ranewestand. Hunermend Shamsia Hassan, ku li welêt wekî yekem hunermenda grafîkê tê zanîn, eşkere kir ku endamên Talîban li paytext Kabîlê nîgarek wê binpêkirin. Shamsia Hassan a bi kontrola Talîbanê ji Afganistanê derket, wêneyek ku wê li ser dîwêr xêz kiribû weşand ku tê de jinek Afganî ya perdeyek şîn li xwe kirî berî ku Talîban paytextê kontrol bike heye. Di bin wî wêneyî de jî wêneyek din heye ku ew jî piştî desteserkirina Talîban ka çawa ew xêz ji ser dîwar birine.
Demek berê, Shamsia li ser hesabê xwe tabloyên ku rastiya jinên Afganî yên di bin serweriya Talîbanê de vedibêje weşand. Di yek ji tabloyan de keçek li hember endamên Talîban li ber xwe dide ku tenê qendîlk girtibû her wiha tabloyek din bi navê "EL-Kabûs" di derbarê trajediya ku hat serê welatê wê de hildabû.
Pêdivî heye were zanîn ku di serdema Talîbanê de li ser Afganistanê di 1990’an de, jin ji ber zordariya wan êş dikişiyan, ji ber ku qanûnên hişk li ser wan hatin ferz kirin û qedexe bû ku bi ti awayî jin tevlî xebatan bibin. Ji werzîşê heya xebatên hunerî, çuna dibistan û zanîngehan li jinan hatibû qedexekirin. Heta girtina ru li ser jinan hatibû ferzkirin.