Li Afganîstanê salonên kuaforê hat qedexekirin

Li Afganistanê piştî ku Talîban kuafor û salonên ciwankariyê qedexekirin, hêjmarek zêde ya jinan bê kar man. Ji jinan S.Ş da zanîn ku li beramberî qedexeyên Talîban serî natewînin û destnîşan kir ku ji bo berdewamiya xebatê li cihek bi ewle digere.

BAHARİN LEHİB

Kabul – Talîban di Tebaxa 2021’an de rêveberiya Afganistanê xist bin destê xwe de, zextên Talîban ên li beramberî jinan berdewam dike. Di destpêka meha Tîrmehê de biryara bi îmzaya Serokê Talîban Hibatullah Akhundzada hatî weşandin, ruxsata kuafor û salonên ciwankariyê xizmetê ji bo jinan dike li seranserî welat îptal kir.

Talîban beriya çend rojan li ser hesabê dijîtal daxuyanî da,diyarkir ku  li seranserî welat hemû timên kuafor û navendên ciwankariyê dixebitin  komkirin û ji bo girtinê heta 4’ê Tebaxê dem dane, eşkere kirin ku piştî vê dîrokê  wê mafê xebitina navendan nemîne û dan zanîn ku wê lisansa wan jî bigrin.

‘Em serî li ber Talîban na tewînin’

Li paytext Kabilê Ş.S ya xwediyê navenda ciwankariyê ku beriya salekê bavê xwe winda kir bi vekirina navenda ciwankariyê dahata malbata xwe dike wiha got: “Endamek yê wezareta rêliber bê exlaqiyê bigre û teşvika Erdem ya Talîban hate gel min, ji bo girtina navendê xwest ez hemû tîmê kom bikim ji bo wê jî dem da min.”

Ş.S da zanîn ku ji ber biryara hatî girtin gelek jin mane bê kar û got: “Li vê salona ciwankariyê hêjmarek ya stajyeran hebû, ev jin jinên ku destur nehatîn dayîn di ofîsên Talîban de bi xebitin. Dema ku min xeber bihîst ez matmayî mam, lê belê ji bo ez serî li beramberî Talîban ne tewînim ez li cihek ji wan dûr digerim.”