Li Afganistanê rûniştina jinan a li qoltixên pêş hat qedexekirin

Rêveberiya Talîbanê pratîkek din a ku jinan dike markajê îmze kir. Li gorî daxuyaniya ku ji ajokarên texsî û wesayîdan re hatiye dayîn, rûniştina qoltixên pêş ên wesayîdan ji bo jinan hat qedexekirin.

 
Navenda Nûçeyan- Li gorî çavkaniyên çapemeniya Afganistanê, rêveberiya Talîbanê ji bo jinan rûniştina qoltixên pêş ên wesayîdan qedexe kir.
Ger rêwiyên jin li qoltixên pêşîn rûnên dê li ajokarên texsiyan cezayê 10 hezar pereyê Afganistanê were birîn.
Ajokarên texsiyan jî dibêjin ku ew ê ji niha û pê ve di girtina rêwiyan de zehmetiyan bikşînin, ji ber ku destûr nayê dayîn mêr û jin li texsiyan li kêleka hev rûnên, rêwiyên jin jî tercîh dikin ku di kursiya pêşîn de rûnên û ji ber vê yekê, ew ê êdî nikaribin jinan bigrin texsiyên xwe.
Werger: JINHA