Li Afganistanê rêzefîlmên ku jin tê de dilîzin hat qedexekirin
Talibanê ku li Afganîstanê qedexekirinên li dijî jinan berdewam dike, biryarnameyek ji 8 xalan pêk tê weşand û ji rêzefîlmên jinan rol digrin re qedexe anî. Her wiha tevlîbûna jinan ya ji bernameyên nîqaşê re jî qedexe kir.

Navenda Nûçeyan – Li Afganîstanê Talîbanê bi biryarnameyeke nû ya ku her roj diweşîne re qedexeyên xwe yên dijî jinan kûrtir dike. Talîbanê sala borî rêveberiya welat desteserkir, di mehên ewil ên hatibû rêveberiya de ragihandibû ku rêzefîlmên ku jinan rol digrin ji weşane rabike. Talîbanê ku der barê mijarê de biryarnameyek ji 8 xalan pêk tê weşand, ragihand ku rêzefîlmên ku jinan rol digtin ji weşane rakiriye û tevlînbûna jinan ya ji bernameyên nîqaşê re qedexe kiriye.
Di biryarnameya dawî ya ku ji aliyê “Wezareta Ji Xirabiyê Dûrxistinê” ve hat dayîn de, talîmata dê rêzefilmên ku jin dilêyzin neyên weşandin hat dayîn. Di talîmatnameyê de wiha hat diyar kirin: "Divê hemû fîlm û rêzefilmên xwemalî û biyanî yên ku çand û edetên biyanî nîşane dikin û di nav civakê de rê ji exlaqê xerab vedikin neyên weşandin û ji weşanê bên rakirin.” Dîsa li gorî madeyên di biryarnameyê de cih digrin, divê pêşkeşvanên jin li gorî şert û mercên porê bigrin, xwe bipêçin, cil û bergan li xwe bikin û tevlîbûna wan ya bernameyên nîqaşê hat qedexekirin.