Li Afganistanê pirtûkxaneyek li ser navê jinên hatine qetilkirin tê vekirin

Li Afganistanê, di êrîşên Talîban û DAIŞ’ê de, bi dehan kesên ku jin û zarok jî di nav de hebûn hatin qetilkirin. Malbatên Xanim Hussaini û Rahila Monji ya 17 salî ya hatibûn qetilkirin biryar girtin ku ji bo jinên di êrîşan de hatine qetilkirin pirtûkxaneyek giştî ava bikin.

Navenda Nûçeyan - Her bombeya ku li Afganistanê li dijî gel tê teqandin gelek travmayan bi xwe re tîne. Mirov hezkiriyên xwe winda dikin û ev şîn bi salan didome. Yên ku vê êşê bi gel didin jiyandin DAIŞ’a ku di her fersendê alîgiriya leşkerî ji Talîbanê re dike û planên êrîşkirina gel dike ye. Di Tîrmeha 2017’an de, endamekî Talîbanê wesayîdek tijî teqemenî teqand. Di vê êrîşê de herî kêm 24 kes ku di nava wan de Xanim Hussaini ya 28 salî ji hebû hatin qetilkirin.  
"Destûr nedan ku ez şînê bigrim"
Huseyin Rezai yê desgirtiyê Najiba Hussaini ya ku yek ji wan jinên hat qetilkirin e diyar dike ku wî di êrîşa Talîbanê ya li Kabîlê de destgirtiya xwe winda kir. Rezaî yê 33 salî ku xebatkarekî dewletê ye dibêje: "Min hezkiriya xwe winda kir lê destûr nedan ku ez şîn bigrim." Rezai diyar kir ku “Ji bo razîbûna dê û bavê xwe, ji bo zewaca xwe bistîne çûye dewleta Daikundi. Rezai bi van gotinan êşa ku nayê vegotin vedibejê, "Wan Gelek zext li min kirin da ku piştî wê jiyana xwe berdewam bikim".
Li ser navê jinên ku hatine qetilkirin dê pirtûkxaneyek were avakirin 
Piştî 13 mehan, endamekî DAIS’ê xwe bi bombeyan li ber navenda amadekirina ezmûna ketina zanîngehê teqand û di vê bûyerê de Rahila Monji ya 17 salî ku ji neh xwişk û birayan a herî biçûk bû jî hebû. Di nav bi dehan kesên ku hatibûn kuştin de gelek jin hebûn û wan qet hev nas nedikirin. Di dilê xizmên qetilkirî de birînên ku baş nabin vebûn. Xizmên Rahila Monji û Xanim Hussaini, ku ji bo pêkanîna xeyalekê hatin ba hev, biryar dan ku li ser navê jinên qetilkirî pirtûkxaneyek giştî vekin.
Çavkanî:New York Times