Li Afganistanê mirovahî bi 40 dolarê tê firotin!

Di hefteyên borî de li Afganistanê hebûna malbatên ku ji ber sedemên aborî dixwazin zarokên xwe bifroşin ketibû rojevê, mirovahiyê dike şermê. Malbatek Afganî dinivîse ku ew neçar in zarokên xwe bi 4 hezar lîreyên Afganî (40 dolar) bifroşe.

SUHAM AKMAN 
Navenda Nûçeyan- Li welatê ku piştî Talîbanê di 15’ê Tebaxê de Afganistan xist bin kontrola xwe, şerê navxweyî û krîza aborî kûrtir bû, bi milyonan mirov di bin sînorê birçîbûnê de dijîn. Tê zanîn ku sînorê birçîbûna li welat ji nîvê nifûsa wî zêdetir bûye. Bi hezaran kesên ku ji ber şer malên xwe terikandine û li kampên rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî li bajarên cuda yên Afganistanê hatine avakirin dijîn, ev 3 meh in tu alîkarî nagirin. Ji ber ku li welat krîza birçîbûn û xwarinê kûr dibe, zuhabûna havîna 2021’ê yek ji faktorên herî mezin ên wê ye.
Xizanî li welat bandorê li ser zarokan dike!
Hefteyên borî nûçeyên malbatên ku nikarin zarokên xwe xwedî bikin û zarokên xwe difiroşin ketin rojevê. Herî dawî belavbûna peyamên li ser malperên tora civakî balê dikşîne. Li ser yek ji hesabên Afganistanê vê peyamê bal kişand: "Hevjîn û keçek min jî di nav de 5 zarokên min hene. Ez amade me ku zarokên xwe bifroşim. Ez amade me her kesê ku di rewşa xwedîkirine de ye, bi 4 hezar lîreyên Afganî (40 dolar) bifiroşim. Heya ku zarokên min li cem min bimînin tu paşerojeke wan tune ye. Bi Xwedê ez neçar im, wan bihêlim an dê li kêleka min ji birçîna bimrin.”
WFP: Bi giştî bi xelaya xwarinê re rû bi rû ne
Meha borî, berdevka Bernameya Xwarinê ya Cîhanî (WFP) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihandibû ku Afganistan ne tenê bi pirsgirêkên aborî re rû bi rû ye, di heman demê de bi bi xelaya xwarinê re rû bi rû ye û rewş her ku diçe xirabtir dibe. Ji nîvê zêdetir nifûsa welat bi têra xwe xwarinê nabîne û da zanîn ku ew ber bi tabloyek xirab ve diçe.
Li Afganistanê gelek malbatên ku nikarin debara zarokên xwe bikin û wan xwedî bikin, ji bo kesên din li zarokên wan binêrin wan li nexweşxaneyan dihêlin an jî difroşin.