Li Afganîstanê li ser bijîşkên jin 'ezmûna olî’ hat fêrz kirin

Hate hînbûn ku li Afganîstanê rêveberiya Talîbanê gotiye ku ji bo bijîşk û hemşîreyên jin lîsansa xebatê bistînin, neçar in tevlî ezmûnên olî bibin.

Navenda Nûçeyan – Hatê hinbûn ku li parêzgeha Gaznî ya Afganîstanê endamên Daîreya Qedexekirina Xerabiyê ya Talîbanê ji bijîşk û hemşîreyên jin re gotine ku ji bo pîşeyên xwe pêk bînin ji daîreyê destûr bigrin û ji bo ruhsata faeliyetê neçarin tevlî ezmûnên olî bibin.

Bijîjk û hemşîreyên jin ên ku ji bo bidestxistina destûra xebatê neçar dibînin nêzî 10 hezar pereyê Afganî bidin, piştî ku di ezmûnên olî de biserkeftî dibin, ruhsat werdigrin.

Beriya niha Talîbanê gef li bijîşkên jin ên li vê parêzgehê xwaribû ku ger nexweşên mêr muayene bikin dê klînîkên wan bên girtin.