Li Afganîstanê jinên aktîvîst di bin zexta zewacê de ne
Li Afganistana ku Talîbanê di 15’ê Tebaxê de rêveberiya welat xistî bin destê xwe, tundiya li dijî jinan zêdetir hat dîtin. Li aliyê din jinên aktîvîst û rojnameger li dijî zilma Talîbanê rastî zextên zewacê tên.
Navenda Nûçeyan - Parêzer û aktîvîsta mafên jinan Kowsar Rahnavard diyar kir ku Talîbanê ku rêveberiya Afganistan xistiye bin kontrola xwe gelek jin qetilkiriye. Kowsar Rahneward destnîşan kir ku jinên aktîvîst û rojnameger ji bo ku nekevin destê Talîbanê ji aliyê malbatên xwe ve bi zorê tên zewicandin. Kowsar Rahnavard diyar dike ku bi taybetî komkujî dibe sedema fikarên malbatan. Kowsar Rahnavard diyar kir ku di serê meha Îlonê de ji ber ku beşdarî mîtînga protestoyî ya li Mezar-i-Şerîf bûye hatiye girtin û 4 rojan di zindana Talîbanê de hatiye îşkencekirin.
Jin bi zextan re rû bi rû dimînin
Kowsar Rehneward da zanîn ku ew bi salan e li Kabûl û Mezar-Şerîf bûyerên tundiya li ser jinan dişopîne, diyar kir ku ew zehmetiyên ku heta niha pê re rû bi rû maye li ber xwe daye, lê di heman demê de ji ber fikarên malbata xwe ji bo bidinzewicandin rastî taqîbat û zextan hatiye û got:
“Piştî ku ez ji zindana Talîbanê hatim berdan, malbata min got ji bo ku ez bi ewle bim divê ez bi xizmekî xwe re bizewicim. Malbata min mêrek xwendin û nivîsandinê nizane û bêkare ji min re pêşniyar kirin. Dema malbata min israr kir, min jî ew tehdîd kirin ku eger zext li min bê kirin ez ê xwe bikujim.”
Zarokên keç tên firotin
Kowsar Rahnavard diyar kir ku ew jî rastî zextên bi vî rengî tê, lê bi sedan jinên aktîvîst ên Afganî rastî heman zextan tên û got ku hin malbatan bi vî karî heta firotina keçên xwe didomînin.