Li Afganîstanê jinek rastî destdirêjiyê hat, dawî li jiyana xwe anî

Jina bi navê Şukriya ku li Nexweşxaneya Warduj Şehr a parêzgeha Bedaxşanê dixebitî, ji aliyê zilamekî alîgirên Talîbanê ku li heman nexweşxaneyê dixebitî rastî tecawizê hat. Jina ku bavê wê jî ji aliyê Talîbanan ve hat qetilkirin dawî li jiyana xwe anî.

Navenda Nûçeyan – Jina bi navê Şukriya ku li nexweşxaneya Warduj Şehr a parêzgeha Bedexşan a Afganîstanê kar dike, ji aliyê zilamekî ku li heman nexweşxaneyê dixebitî rastî tecawizê hat. Hat hînbûn ku kiryar kekê Waliyê eyaleta Badexşanê Maulvî Amanuddîn e. Hat diyarkirin ku Maulvî Amanuddîn jî ji aliyê Talîbanê ve wek waliyê parêzgehê hatiye tayînkirin.

Ber bi xwekujiyê ve birin

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku jina piştî bêhişkirinê rastî tecawizê hatiye û gotin, “Bavê Şukriya jî fermandar bû û ji aliyê Talîbanê ve hat qetilkirin. Piştî ku bavê wî hat qetilkirin, Şukriya debara malbata xwe ya 9 kesî dikir. Bi anesthesiyê tecawiz li wê kirin û dema ku hat ser xwe tiştên ku hatiye serê wê vegot. Şukriye piştre dawî li jiyana xwe anî.” 

Malbat ditirsin

Digel ku êrişên zayendî li ser jin û zarokên keç zêde bûne ji dema ku Talîban welat dagir kiriye, gelek malbat ditirsin ku êrişa zayendî rave bikin.