Li Afganîstanê hezaz: Herî kêm 25 kes mirin

Hat diyarkirin ku li bakurê rojhilatê Afganîstanê di encama hezazê de herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Li gor zanyariyên destpêkê li bakurê rojhilatê Afganîstanê ji ber barîna berfê ya zêde di encama hezazê de herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku 8 kes birîndar bûne.

Qaymeqamê Nuristanê Qarî Hebîbullah Sabir di daxuyaniya xwe de diyar kir ku şeva Yekşemê piştî barîna baran û berfa zêde li herêma Tatin Dara ya navçeya Norgeramê hezaz çêbû û diyar kir ku di nav kesên jiyana xwe ji dest dane de jin û zarok jî hene. Herwiha di encama hezazê de herî kêm 20 xanî hilweşiyane yan jî ziyaneke mezin dîtine.

Hat diyarkirin ku dibe ku li herêmê hejmara miriyan zêde bibe.