Li Afganistanê di nava 6 salan de 900 jinên rojnameger dest ji kar berdane

Di nava 6 salan de li Afganistanê xebatkarên saziyên fermî û sektorên taybet jî di navê de 900 jinên rojnameger dest ji kar berdane.

Navenda Nûçeyan – Ji ber êrîşên komên oldar li Aftanistanê meha Adarê 3 jinên rojnameger hatin qetilkirin, 4’ê Nîsanê jî li hemberî 3 hemşîreyên zarok aşî dikirin êrîş pêkhat û di encama êrîşê de her sê hemşîreyan jî jiyana xwe ji dest dan. Di nava 6 salan de li Aftanistanê ji ber êrîşan xebatkarên saziyên fermî û sektorên taybet jî di navê de 900 jinên rojnameger dest ji kar berdane.