Li Afganistanê di meha Îlonê de 5 jin û 2 zarokên keç hatin qetilkirin

Li Afganistana ku ji aliyê Talîbanê ve rêveberiya welat hatiye desteserkirin, di meha Îlonê de 5 jin û 2 zarokên keç hatin qetilkirin.

BAHARÎN LEHÎB

Kabul – Li Afganistanê ji ber ku Talîbanê rêveberiya welat desteser kir, her diçe mafên jinan ji dest wan tên girtin. Jin ji perwerde, xebat, siyaset û qada giştî hatin dûrxistin û mafên wan roj bi roj zêdetir tên binpêkirin. Şîdeta li dijî jin û zarokên keç û bûyerên qetilkirinê her diçe zêdetir dibin.

Li Bamyanê 3 jin hatin qetilkirin

Tenê li gorî daneyên meha Îlonê bûyerên qetilkirinê wiha ne: Li bajarê Gazneyê li taxas şehrinin 4’an jinek di 1’ê Îlonê de li mala xwe hat qetilkirin. Li bajarê Bamyanê jî di rojên 5-6-7’ê Îlonê de 3 jin hatin qetilkirin. Cenazeyê jinek rakirin morga nexweşxaneya Bamyanê. Nasnameyên wan diyar nebûn.

2 zarokên keç ji aliyê xizmên xwe ve hatin qetilkirin

Li herêma yekem a bajarê Pul Xomrî Baghlanê di 7’ê Îlonê de jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hat qatilkirin. Di heman rojê de jina bi navê Meryem Sedat jî li mala xwe ya li Îslamabadê mirî hat dîtin. Mirina wê weke ‘Xwekuştin’ ket qeydan. Li taxa Jalgah a Baghlanê jî di 14’ê Îlonê de zarokek keç a 11 salî ji aliyê apê xwe ve hat qetilkirin. Di 20 Îlonê de jî li navçeya Peştunkot Faryabê zarokek keç ji aliyê bavê xwe ve hat qetilkirin.