Li Afganîstanê bi mîlyonan jin û zarok ji pêdiviyên bingehîn bêpar in

Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li Efganîstanê bi mîlyonan jin û zarok ji pêdiviyên bingehîn bêpar in.

Navenda Nûçeyan – Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî yên Neteweyên Yekbûyî  (OCHA) li ser hesabê bikarhênerê X (Twittera berê) ragihand ku milyonek û 700 hezar jin û zarok li Efganîstanê ji ber kêmbûna pêdiviyên sereke ji diravî tên mehrûmkirin.

Li gorî statîstîkên ku ji aliyê Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî yên Neteweyên Yekbûyî ve hatine pêşkêşkirin, di dawiya vê salê de 6,3 milyon kes li Efganîstanê ji ava ewle, 4,3 milyon kes ji ber avêtina bermahiyên bi ewle û paqijî û 3,5 milyon kes jî ava paqij bêpar in û gel jî dê ji xizmetên tendurustiyê bêpar bimîne.

Rêxistinê her wiha zêde kir ku 2 mîlyon kes dê ji gihandina alavên paqijiyê bêpar bimînin, di heman demê de 1,4 mîlyon jin, 3,4 mîlyon zarok û nêzî 1 mîlyon mirovên bi hewcedariyên taybet wê di gihîştina alavên paqijiyê de bi pirsgirêkek cidî re rû bi rû bimînin.

Li gor daxuyaniya Netewên Yekbûyî, rêxistinê ji ber nebûna çavkaniyên darayî hejmara kesên ku di nava alîkariyên mirovî de cih digirt, îsal ji 13 milyonan daxist 5 milyonan.