Li Afganîstanê 4 jinên aktîvîst hatin qetilkirin!

Li Mezar-î-Şerîfê cenazeyê 4 jinên Aktîvîst ên Afgan ku bi çekan hatibûn qetilkirin, di çalê de hatin dîtin. Foroûzan Safî ya 30 salî ku bi nasnameya xwe ya aktîvîst tê naskirin bi awayekî hovane hatî qetilkirin, di zanîngeheke taybet a Mezar-i-Şerîfê de mamostetî dikir.

 
Kabîl- Cenazeyên Foroûzan Safî û 3 jinên aktîvîst ên Afganî li nêzî bajarokê Khalid ibn el-Welîd a Mezar-i-Şerîfê di çalê de hatin dîtin. Yek ji jinên hatin qetilkirin Forouzan Safî ya 30 salî ye. Foroûzan di çalakiyên sivîl û parêzvaniya jinan de çalak bû û di zanîngeheke taybet a Mezar-i-Şerîfê de mamostetî dikir.
Beriya çend rojan ji mala xwe derket û êdî agahî jê nehat girtin 
Li gorî agahiyên ku me ji hevalên Foroûzan Safî girtine, dema ku çend roj berê ji mala xwe derket, di nava çend saetan de têkiliya wê bi malbat û nasên wê re qut bû û bi rojan winda bû. Xizmên wê gotin, “Rastî em fikirîn ku dibe çûbe derveyî welêt. Têkiliya wê bi kesî re çenebû bû. Lê belê me cenazeya wê yê bê can ku hatî gulebaran di çalê de dît,” û anî ziman ku ev bûyer ji bo wan xemgîniyek gelek mezin çêkiriye.
Hevala Foroûzan Safî: Ew jinek pir çalak û wêrek bû
Hevala Foroûzan Saf’i bi van gotinan qala wêrekiya wê dike,“Ew jineke pir çalak û wêrek bû. Bi wê wêrekiya xwe pêşengiya hemû çalakiyên li Mezar-Şerîf dikir. Li hemberî kiryarên Talîbanê serî ne ditewand û dijî derdiket” û di wê baweriyê de ye ku Talîban berpirsê qetlîamê ye ku piştî 4 jinên aktîvîst hatin revandin, hatin qetilkirin û avêtin vir. 
Talîban di derbarê mijarê de tu daxuyanî nedane
hate diyar kirin ku nasnameyên 3 jinên din ên jiyana xwe ji dest dane hêj nehatine diyarkirin û Talîban di der barê mijarê de daxuyanî nedaye.