Li Adenê êrişî avahiya Yekîtiya Jinên Yemenê kirin

Yekîtiya Jinên Yemenê li Adenê ragihand ku bi zorê ketine navenda wanû hatiye talankirin û girtiyên jin ên li stargehê rastî gefxwarin û kuştinê tên.

Yemen - Şaxa Yekitiya Jinên Yemenê li Adena paytexta demkî ya hikûmeta Yemenê, rêxistina bi navê “Yekîtiya Jinên Başûr” bi destdirêjî û talankirina navendên wan bi hevkariya hêzên herêmî û polîsên navçeya Sira tawanbar kir. 

Yekitiya Jinên Yemenê derbarê serdegirtin û talankirina navenda wan de 26’ê Gulanê daxuyanî da çapemeniyê û da diyarkirin ku di dema serdegirtina avahiya şaxê li bajarê benderê de, êrişî salonên perwerdeyê, avahiya kontrolê û sitargehê hatiye kirin û hemû ekran û kamerayên ewlehiyê hatine şikandin.  

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şêniyên stargeha YWF’ê bi gefa kuştinê re rû bi rû hatine. Di Daxuyaniyê de ev rewş weke “Berdewamkirina talan, gef û reftarên neqanûnî di bin çavdêriya desthilata xwecihî li Sira” weke hevkariya sûc de dinirxand.

Di daxuyaniyê de bang li ‘desthilat, rêxistinên sivîl, mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî’ hate kirin ku ji bo sûcên ku li dijî wan hatine kirin, edaletê pêk bînin û mafên wan biparêzin û li hemberî tundiya ku li dijî wan hatiye kirin, bi awayekî ciddî rabin. 

Yekîtiya Jinên Yemenê nêzîkî milyon û nîv jinên Yemenî di nav xwe de dihewîne û ji bo parastina mafên jinan û zêdekirina rola wan di civakê de kar dike.