Li Şirnexê mirina bi guman û li deriyê sînor tundî
Li Şirnexê jinek bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, jinek jî li Deriyê Sînor ê Xabûrê ji aliyê erkdaran ve rastî tundiyê hat.
Şirnex- Ji Şirnexê 2 nûçeyên tundiyê hatin. Jineke ciwan a bi navê Elîf Eren a 19 salî duh li gundê Dikiyê yê bi ser navçeya Hezexa Şirnexê ve saetên şev li malê bi awayek guman jiyana xwe ji dest da.
Piştî agahî dayîna malbata Elîf Eren tîmên tenduristiyê sewqî malê hatin kirin. Elîf Eren a rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê, jiyana xwe ji dest da.
Li Deriyê Sînor ê Xabûrê tundiya li dijî jin
Hate diyarkirin ku li Deriyê Sînor ê Xabûrê yê navçeya Silopiya ya Şirnexê erkdarên muhafaza û ewlehiyê li dijî jinekê tundî bikaranîn.
Kêliyên tundiyê ji aliyê welatiyekî vê bi telefonê hate qeyd kirin. Di dîmen de tê dîtin ku piştî jin ji aliyê erkdaran ve hatiye derp kirin, jina ku dikeve erdê dema xwe diparêze ji aliyê 3 erkdaran ve derbkirin. Der barê nasnameya jina ku rastî tundiyê de tu agahî nehatin bi dest xistin.