Li Şirnexê cenazeyê zarokê winda hat dîtin

Cenazeyê zarokê bi navê Muhemmed Bavlî ku li Cizîra Botan 15 roj in windabû, li dora Qereqola Sînor a Rûbaiyê hat dîtin.

Navenda Nûçeyan- Li Cizîra Botan di 22’yê Adarê de ji bo ciwanê bi navê Muhemmed Bavlî yê 16 salî, serlêdana windabûnê hat kirin. Piştî ku di 1’ê Nîsanê de tîmên Şaredariya Cizîrê, AFAD û Midûriyeta Polîsan hatin agahdarkirin ku Bavlî li kêleka Çemê Dîcleyê hatiye dîtin, tîman beriya 5 rojan dest bi lêgerîna zarokê winda kirin.

Tîma AFAD’ê ya Şirnexê ku ji 6 kesan pêk tê, bi tîmên seravê yên Agirkujiya Şaredariya Cizîrê, tîmên dronê yên ÎHA yên miduriyeta polîsan û tîmên bot ên seravê yên Amedê li Çemê Dîcleyê xebatên lêgerînê dane destpêkirin. Di encama van xebatan de îro serê sibê cenazeyê zarokê winda li dora Qereqola Sînor a Rûbaiyê ya navçeya Silopiyê hat dîtin.