Li Şirnex û Colemêrgê çalakiyên 8’ê Adarê
TJA û Meclisa Jinên HDP’ê yên bi hev re pêşengiya çalakiyên 8’ê Adarê dikin, li Colemêrgê gul li jinan belav kirin û li Şirnexê jî serdana gora Hevseroka Meclisa Gel a Cizîrê Asya Yûksel a di dema qedexeyên derketina derve hatibû qetilkirin kirin.
Navenda Nûçeyan - Meclîsa Jinan a HDP'ê û Tevgera Jinên Azad (TJA), îsal bi dirûşmeya "Li dijî qirkirina jinê jiyan, li dijî tecrîtê azadî" dest bi xebatên xwe yên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kirin. Bi nêzîkbûna 8'ê Adarê re jinan lez dane xebatên xwe.
ŞIRNEX
Meclîsa Jinan a HDP'ê û Tevgera Jinên Azad (TJA) yê li Şirnexê lez dan xebatên xwe û li navçeyên Qilêban û Sîlopiyê bernameyên 8'ê Adarê li dar xistin.
Li navçeya Qilebanê, jinan serdana goristana Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yûksel ku dema qedexeyên derketina derve hatibû qetilkirin, kirin. Li vir li ser navê jinan aktîvîsta TJA'yê Emîne Înan axivî û diyar kir ku ew bi têkoşîna Asyayan serfiraz in û got ku ew ê heta dawiyê li pey şopa jinên têkoşer bimeşin. Pişt re jinan serdana malbatên qurbaniyên komkujiya Roboskiyê kirin.
Her wiha jinan bi kincên xwe yên herêmî li navçeya Sîlopiyayê jî li avahiya rêxistina HDP'ê ya navçeyê şahiya 8'ê Adarê li dar xistin. Şahî bi dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.
COLEMÊRG
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclia Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), a Colemêrgê di çarçoveya bernameya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de çûn serdana esnafan. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu û gelek jin beşdarî çalakiya serdana esnafan bûn. Jinan eleqeyek mezin dan serdanê û peyamên piştevaniyê hatin dayin. Piştî serdanê qurnefîl li jinan hat belavkirin. Serdan bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû û jin ji bo şahiya li Geverê dê bê lidarxistin derketin ser rê.