Li Şerîeya Rojava di êrîşa çekdarî de jinek jiyana xwe ji dest da

Di êrîşa çekdarî ya li nêzî gundê Kiryat Arba ya li Şerîeya Rojava de jinek hat kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Di encama êrişa çekdarî ya ku di 21’ê Tebaxê de li nêzîkî bajarokê Kiryat Arba ya li Şerîeya Rojava pêk hat, jinekê jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan piştî êrişê artêşa Îsraîlê operasyon daye destpêkirin û helîkopterên leşkerî û yekîneyên taybet şandine heremê.

Li gorî şahidan piştî êrîşê deriyê başûrê bajarê Hebronê hat girtin.