Li Şerîda Xezayê jinek hat kuştin û 16 kes birîndar bûn
Çavkaniyên Bijîşkî yên Filistînê ragihandin ku di êrîşeke hewayî ya Îsraîlê li ser kampeke penaberan li herêma El-Mewasî ya Xan Yûnisê de jinek hat kuştin û 16 kes jî birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan – Çavkaniyên bijîşkî yên Filistînê ragihandin ku di topbarana Îsraîlê de li ser ku kampeke koçberan ya li başûrê Xezayê de jinek hat kuştin û 16 kesên din jî birîndar bûn.
Jinek hat kuştin 16 kes jî birîndar bûn
Çavkaniyên bijîşkî yên Filistînê diyar kirin ku êrîşên Îsraîlê kampeke malbatên koçber li herêma El-Mewasî ya Xan Yûnisê hedef girt, di encamê de jinek hat kuştin û 16 kesên din jî birîndar bûn.
Ev topbaran hemwextî operasyonên leşkerî yên Îsraîlê li Şerîda Xezayê de berdewam dikin, tên. Her wiha hewldanên ji bo pêkanîana agirbestê û temamkirina qonaxên peymana ku bi navbeynkariya navneteweyî hatiye bidestxistin, rawestiyane.
‘Ragêşî û gurbûa şer li Şerîda Xezayê berdewam e’
Danûstandinên nerasterast ên di navbera Îsraîl û Hemasê de rastî astengiyan hatin, rê li ber pêkanîna qonaxa duyemîn a peymanê girtin, ku tê de vekişîna hêzên Îsraîlê ji deverên taybet û gihîştina rêkeftinên ewlehî û siyasî yên berfirehtir hene û ev yek bû sedema berdewamiya rageşî û gurbûna şer li Şerîda Xezayê.