Li Şengalê xemla Cimaya Şêx Mend
Li Şengalê 29 Qube hene hinek ji wan di werza payizê de hinek jî di werza biharê de têne nûkirin. Cimaya Şêx Mend ango guhertina periyên qubeyê li Şengalê hat pîrozkirin.
Şengal - Li Şengalê bi giştî sê Qubên Şêx Mend hene, li her sê Quban jî şahî û cejna nûkirina periyan hebû. Bi hezaran kesan bi taybetî jî eşîra Simoqiyan ku xwedanê wan Şêx Mend e duh berê xwe dan ba Qubên xwe û bi rîtuelên olî periyên xwe nû kirin.
Bi nukirina periyan re jî hemû kesên ku beşdarî cimayê bûn ji bo pêkanîna hêviyên xwe daxwazên xwe bi girêkan li periyan girêdan.
Bi duayan pîroz kirin
Jinên Ku beşdarî cimayê bûn hestên xwe parve kirin û diyar kirin ku ew pir kêfxweş in ji bo îro li Cimaya Şêx Mend amade bûne û hêviyên xwe bi van hevokan rêz kirin: “Ji bo me îsal saleke pir xweş bu em hêvî dikin ji bo 72 netewan dûre ji bo ku ji me re xweşî û aramî çêbibe. Em hêvî dikin ku dîlgirtiyên me vegerin, gelê me yê penaber bûye vegere ser axa xwe û em bi hev re van şahiyan bi dilekî xweştir pîroz bikin. Em ji Şêx Mend û Tawisê Melek bi hêvî ne ku Êzidxana me ji DAIŞ’ê û xêrnexwazan bê parastin.”
Piştî gerandina dîlanê şahiya Cimaya Şêx Mend a ku du roj berdewam dikir bi dawî bû.