Li Şengalê pêşwaziya Cejna Êzî

Li Şengalê bi vêxistina çirayên li ser gora zarokên xwe yên ji bo parastina axa Êzidîxanê canê xwe bexşkirine Cejna Êzî despêkir.

 
Şengal - Her guhartinekî di xwazayê de li gel civaka Êzidî xwedî pîroziyekê ye. Bi demê re ev guherînên xwezayî yên ji bo wan xwedî wate bûne rê û resmên baweriya Êzidî. Yek ji wan rê û resman jî rojiya Êzî ye. Di guherîna xwezayê de 3 rojên dawî yên demsala payîzê ku şewqa rojê peyîder pê kêm dibe xwedî giringiyek mezine. Ji ber ku baweriya Êzidî bi xwaza û rojê tê, kêmbûna şewqa rojê weke nîşaneye dawîbûna dinyayê tê dîtin. Li hember vê guherîna xwazayê civaka Êzidî dest bi rojîgirtinê dikin. Di roja 4 an de şewqa rojê bi germahiyekî xwe dide der û bi vî rengê roja 4 an weke Cejna Êzî binav dikin û kêfxweşiya xwe bi hev re diborînin. Ji dîrokê heya roja îro ev rê û resim bi vî awayî berdewam kiriye. Civaka Êzidî her sal vê cejnê pîroz dike. Piştî fermana 2014’an li ser pîrozkirina vê cejinê rê û resemk din zêdebûye, di şeva cejnê de li ser gora kesên ku ji bo parastina vê axê û civakê canê xwe fedakirine bi nîşaneya pîrozkirina wan, çira tê pêxistin. Îsal li Şengalê piştî grtina rojiyên ku 3 rojan berdewam kir, bi pêxistina çirayan li ser gora cangoriyên vê axê yên li Şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Dilgeş a di nav çiyayên Şengalê de ye, dayikên Êzidxanê cejna Êzî pêşwazî kirin. 
"Roja înê cejna Êzî ye"
Derdevka Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Dayê Pakîze Celal a ku di heman demê de zarokek wê jî parêzvaniya wê axê kiriye, di ber de canê xwe bexşandiye û li wê şehîdgehê veşartiye li şehîdgehê ji bo pêxistina çirayan amade bû. Dayê Pakîza ji ajansa me re qala wate û girîngiya vê cajnê kir û got; “Em vê cejnê li şehîdên xwe û hemû malbatên wan pîroz dikin. Em 3 roja rojî digrin. Roja sêşem, çarşem û pênşem rojiye, roja înê jî cejna Êzî ye. Em di şeva cejnê de tên li gel şehîdên xwe çira vêdixîn. Ji ber ku ev şervanane di oxira vê baweriyê û riya heq de xwe feda kirin, em çi ji wan re jî  bikin heq dikin. Ez weke kes jî heya ku ez bikarim bimeşim ezê bêm vê şehîdgehê û xizmet bikim.”
"Di roja rojiya Êzî de li Şengalê xistin"
Li ser êrîşên dawî yên li ser Şengalê ku di encamê de Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel jiyana xwe ji dest da jî dayê Pakîz wiha got; “Hêvîdarin ku ev cejn bibe cejna serkeftinê. Em naxwezin xwîn birje. Em êrîşî tu kesî nakin, lê her kes êrîşî me dike. Bi êrîşa dawî ya li ser heval Merwan dîsa xwestin Êzidyatî hedef bigrin. Kesên xayîn û nexîrxwaz xwedê ji wan re nahêle. Heval Merwan bi rojî bû jî. Di rojên me yên pîroz de her dem êrîşî me dikin. heval Merwan ji bo xizmeta vê civakê her tişt kir. Ew ji bo me fermandar û pêşeng bû.”
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Dayê Edûl Şemo jî cejna Êzî li hemû civaka Êzidî û kesên xêrxwez pîroz kir û got; “Em hatine çira li ser gora şehîdên xwe pêxîn. Dibe ku hemû malbata şehîdan ne li virin, em jî malbat û dayikên wan in. Tu ferq di navberê şehîdên me nîne hemû zarokên me ne.”
"Emê nebin koleyê kesê û bi xwe biriyara jiyana xwe bidin"
Dayê Edûl girêdayî êrîşên dawî li ser Şengalê jî diyar kir ku wê her dem xeta berxwedanê hilbijêrin û ew amade ne ji bo serxistina doza xwe bedel bidin û wiha domand; “ Heval Merwan ev 8 salin bê navber ji bo civaka xwe ked da. Dewletan hemû destê xwe kirine yek û êrîşê me dikin. Tu wijdan û insanyet vê tiştê qebûl nake. Dixwezin me bi dawî bikin. Emê şehîd bidin lê ji baweriya xwe venagerin û nabin koleyê tu kesî.”