Li Şengalê pêkhateyên Êzidî û Ereb zarokên xwe bi merasîmekê oxirkirin
Pêkhateyên Êzidî û Ereb ên Şengalê bi merasîmekê zarokên xwe yên di bombebarana dewleta Tirk de jiyana xwe ji destdabûn oxir kirin.
Şengal – 16’ê Tebaxê balefirên dewleta Tirk Suka Kevin a Şengalê bombebaran kir. Di êrîşê de Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û Isa Xwedêda jiyana xwe ji dest dan û gelek welatî jî birîndar bûn. 17’ê mehê jî heman balefirên dewleta Tirk Nexweşxaneya Gel a li Gundê Sikêniyê bombakir. Di êrişê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, ji wan 4 Şervanên YBŞ’ê û 4 jî şênî û xebatkarên nexweşxaneyê bûn. Duh Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MŞXD) ê bi daxuyaniyekê navê kesên ku di êrîşa ser nexweşxanê de jiyana xwe ji dest dayî aşkerekirin. Navê wan wihaye; Hemîd Sadun şervanê YBŞ’ê, Xidir Şeref şervanê YBŞ’ê, Ramî El Salim şervanê YBŞ’ê Meytem Xidir Xelef şervanê YBŞ’ê, Elî Reşo Xidir xebatkarê tenduristiyê, Sedo Îlyas Reşo xebatkarê tenduristiyê, Hecî Xidir xebatkarê tenduristiyê û Muhlise Sîdar xebatkara tenduristiyê. Pêkhateyên Êzidî û Ereb ên Şengalê bi konvoyek wesayîtan ji nexweşxaneya Xanesorê ber bi goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan ve şehîdên xwe oxir kirin. Merasîma oxirkirinê ya bi torena leşkerî despêkir de ji Fermandariya YBŞ û YJŞ’ê Axîn Întiqam axaftin kir.
“Sekna civaka Êzidî bersiva Êrîşane”
Axîn Întiqam îşaret bi êrîşên ser nexweşxanê kir û wiha got: “Di 17’ê Tebaxê de dewleta Tirk ya dagirker 8 canên ciwan ji me bir. Çawa bi êrişek hovane û nemerdane fermandar Seîd û Şervanê YBŞ’ê Îsa hatin qetil kirin, bi heman awayî êrişê nexweşxaneya gel kirin û têde 8 rêheval, xebatkar û ked karên civaka Êzdî hatin qetilkirin. Em van leşker û qehermanên xwe bibîr tînin û bejna xwe li bermberî wan ditewînin. Em ji Rêber Apo, malbatên wan û civak Êzidî re serdaxî dixwazin. Em van Êrişên tirsonek û nemirovane şermezar dikin. Dewleta Tirk û tevahî dijminên civaka Êzidî bi van Êrişan dixwaze civak me bê serwer bihêlin. Vaye bi hezaran şervan û gelê Êzidî li bermberî wan rawestane û ji wan re dibêjin hun wê nekarin van pilanan pêkbînin û me tune bikin. Emê tola şehîdên xwe hilînin, wê xwîna wan li erdê nemîne.”
“Kazimî berpirsê van êrîşane”
Endama Koordinasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Xoxê Cindî jî bertek nîşa êrişên da û wiha got: “Dewleta Tirk li bermberî çavê tevahî cîhanê nexweşxaneya me bombebaran kir. Ew nexweşxane têde jin, zarok û nexweşên korona hebûn bi erde re kir yek li gel zarok jin û ciwanên têde. Heya niha 8 şehîdên me çêbûne. Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî diyar kir ku ewê bê Şengalê, xwe derewîn jî derxist ji ber hat û çu Koço, me nezanî kûve çu. Kazimî berpirsê van êrîşane. Ger DAIŞ ba ne Tirkiye lê dida, ne jî Kazimî tişrek dikir. Duh ji demjimêrên êvarê heya nivê şevê me bi tevahî hêz û taqeta xwe perçeyên canê zarokên xwe û birindarên xwe derxistine. Kijan ol û bawerî vê yeke qebul dike. Me çiqas hêvî ji Tirkiyê hey ewqas hêvî ji Iraqê heye. Ji ber her Iraq qala hevdîtinan dike em şehîdan didin. Çibikin bila bikin emê pey şop û doza wan bin emê heya dawî tekoşînê bikin.”