Li Şengalê merasîma bîranîna cangoriyên fermanê
Ji Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê parlementer û nûnerên saziyan li Şengalê kombûn û şehîdên 74 fermanan bi merasimekê bibîranîn.
Şengal - Bi boneya salvegera Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ji Rêveberiya Xweser û Mala Êzidiyan ên Rojavayê Kurdistanê şandeyek, ji Bakûrê Kurdistanê Parlementerên HDP’ê Feleknas Uca û Semra Guzel û ji Başurê Kurdistanê jî cend endamên REJAK’ê beşdarî çalakiyên bîranînê yên li Şengalêbûn. Her wiha ji Iraqê jî heyetek ji berpirsên leşkerî di navde berpirsên operasyonên hevbeş yên rojavayê Musilê yê Heşteşehbî foca laleş berpirsên polisan ên Nahya Sînunê. Ji Şengalê jî Rusipî û hemû sazî û dezgehên Rêveberiya xweser ya Şengalê beşdarbûn. Welatiyên Şengalê li gel mêvanên ji deverên cuda hatîn ji ber Meclisa Gel ya Sînunê heta Qada Şehîd Zerdeşt ya navenda Sununê meşiyan. Di meşê de diruşmên weke “Biijî berxwedana Êzdidxanê” û “Bimire îxanet” hatin bilind kirin. Piştî meşê jî merasim bi torena leşkerî ji aliyê YBŞ/YJŞ û Asayîşa Êzidxanê ve hate despêkirin. Piştî merasîmê jî axaftin hatin kirin.
“Hewceye êdî ji bo vekirina gorên komî xebatek bê kirin”
Di merasimê de Parlementera HDP’ê Feleknas Uca li ser navê tevahî gelê Bakurê Kurdistanên gelê Şengalê silav kir û diyar kir ku tu ferman weke vê fermanê nebûye ji ber di şexsê jina Êzidî de li ser civaka Êzdî hate kirin û got: “Ew êşa ku civaka Êzidî dît wê tucaran neyê ji bîrkin. Her çiqas 74’ ferman li ser vê civaka me çêbuye jî me ser dame tucarê sir neda. Egidiya jin û ciwanên me serê xwe netewandin. Komkujiya li ser Şengalê ne tenê li ser Şengalê bû li ser tevahî Êzidiya bû. Niha bi hezaran gelê me li welatên dervene, divê em tev bizanin dijmin dixaze axa Êzidxanê vala bike.Em ban li dewletên navneteweyî jî dikin bila dawî li bêdengiya xwe binin. Divê ji bo gorên komî kar û xebat bikin û ji bo avakirina Şengalê tiştekê bikin. Ev 7 sale tenê tişta kirin peymanan 9’ê Cotmehê erêkirin. Heya em li xweseriya Şengalê xwedî dernekevin emê nekarin pêşerojek azad ji bo Şengalê avabikin.”
“Jinên Êzidî bi rêxistinbûnê serkeftin mîsoger kiriye”
Semra Guzel jî bi van gotinana bal kişan ser hêza jina Êzidî û wiha got: “Me silavên tevahî jinên Bakurê Kurdistanê ji we re anîne. Li gel ku hîna êş û birînên civaka Êzidî nû ne jî di van 7 salan de xwe di her warî de rêxistin kirine. Ger em tev bibin yek emê dawiya fermanan bînin. Di nava van 7 salan de jina Êzîd bi keda xwe ev yek daye diyar kirin.”