Li Şengalê jinan derbarê Komploya 9’ê Cotmehê de civînek li dar xistin

Li Şengalê bi pêşengtiya dîplomasiya TAJÊ civînek li ser Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê hat lidarxistin. Di civînê de girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û peywendiya wê bi azadiya civaka Êzidî re hate nirxandin.

Şengal - Doh li Meclîsa Gel a Şengalê bi pêşengiya Dîplomasiya Jin ya Tevgera Azadî ya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya salvegera Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, civînek hate lidarxistin.

Di destpêka cîvînê de Suham Şengalî ya Berdevka Diplomasiya Jin a TAJÊ û Endama Diplomasiya Jin Lava Şengalî axivîn.

‘Planên Cotmehê ne tesaduf e’

Endama Diplomasiya Jin Lava Şengalî di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Dîroka peymana 9’ê Cotmehê bi serê xwe mijarek e. Komploya, peymana li ser Şengalê û dagirkirina Serêkaniyê di meha Cotmehê de hatin kirin ev ne tesadûf e. Dema ku komplo li ser Serok hate kirin tu kes gel birêxistin nekir ji bo ku dakevin qadan, gel bixwe daketin. Li çar aliyên Kurdistanê û li Ewrûpa wekî lehiyê rabûn. 50 sal berxwedanî û tekoşîn bi şehîdan ava bûye. Pengava despêkê ya komployê dijmin got em gerîla tune bikin, digotin emê di nava 24  seetan de wan bin erd bikin,  li dijî gerîla şer gelek giran bû û rola PDK’ê pir diyar bû. Dixwestin tevgera azadiyê li başûr tengav bikin.”

‘Bihêzbûna me hebûna me diyar dike’

Berdevka Dîplomasiya Jin ya TAJÊ Suham Şengalî jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku ev dem dema tekoşîn û hêzê ye û wiha gotinê xwe anî ziman: “Em di demeke wisa de ne ku pêwîste em ji her milî de xwe bihêz bikin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe têbikoşin, bi taybet jî jina Êzidî. Ji ber ku em di serdemekê de ne ku yan emê berxwe bidin û serbikevin, yan jî emê rastî qirkirinekê din werin. Hêzên desthilatdar bi hemû hêza xwe êrîşî me dikin. Ev 4 rojin ku li rojava êrîş hene û xeteriya xwe li ser Şengalê jî heye. Ji bo wê jî bihêzbûna me hebûna me diyar dike. Em di çi astê de li ber xwe bidin emê di vê astê de jiyan bikin. Careke din em bi navê jinên êzidî berxwedana 24 salan ya li Îmraliyê silav dikin.”