Li Şengalê ji bo naskirina jenosîdê pêngav hat destpêkirin
Ji bo naskirina jenosîda 3’ê Tebaxa 2014’an bi pêşengtiya Rêveberiya Xweser a Şengalê pêngava îmzeyan hat destpêkirin. Pêngav dê heta Çarşema Serê Nîsanê bidome.
Şengal-Bi pêşengtiya Rêveberiya Xweser a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo naskirina jenosîda 3’yê Tebaxa 2014’an a bi serî civaka Êzidiyan hat, di salvegera 9’an a rizgarkirina Şengalê de li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan pêngava îmzeyan da destpêkirin. Hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê tev li pêngavê bûn û dê pêngav heta Çarşema Serê Nîsanê bidome.
Beriya xwendina daxuyaniyê ji bo salvegera 9’emîn rizgarkirina Şengalê axaftina hatin kirin. Di axaftinan de hat gotin ku DAIŞ û hevkarên wê xwestin di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi temamî ji holê rakin lê bi ser neketine û bi rizgarkirina Şengalê re jî yê ku bi ser ketiye civaka Êzidî bûye.
Piştî axaftinan daxuyanî ji aliyê Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê Cîhan Celo ve hat xwendin.
Berfirehiya daxuyaniya pêngava naskirina jenosîdê wiha ye:
“Destpêkê em di şexsê şehîd Kerîm Hecî Şero de şehîdên 74 fermanan bi bîr tînin. Em ji dijminê civaka xwe re vê peyamê didin; ‘me wekî civaka Êzidî li hemberî 74 fermanan hebûn û baweriya xwe parast û li ber xwe da. Îro jî em vê sozê carekî din di huzura hemû şehîdan de didin.
Em wekî civaka Êzidî şeş hezar sal in li ser vê xakê bi bîr, bawerî û çanda xwe jiyan dikin. Di baweriya me de rêz ji hemû çand û baweriyan re heye. Lewma dema em dua dikin, destpêkê ji heftê û dû mileta re û piştre jî ji miletê xwe re dua dikin. Ev rastiya civakî cewhera jiyana Ezdatî yê ye. Civaka Êzidî bi hezaran sal in bi gelên heremê re di nava aşitî û demokrasiyê de jiyan dike. Ji ber vê bawermendiya me ya pir rengî hêzên reş û tarî yên desthilatdar li ser civaka me 74 ferman pêk anîn.
Trajediya herî mezin a sedsala 21’emîn
Fermana herî giran a 74’an ya di dîroka 03.08.2014 bi destê çeteyên DAIŞ’ê pêk hat. Beriya vê êrîşa qirker, ji aliyên hêzên desthilatdar ve çekên xweparastinê bi zorê ji destê civaka me hatin girtin. Û hêzên ji ewlehiya herêma Şingalê berpirsyar bûn vekişiyan. Bi vî awayî civaka me li hember êrîşên hovane û qirker ên DAIŞ’ê bê çek û bê parastin hat hiştin. Di encamê de em wekî civaka êzidî bi trajediya herî mezin a sedsala 21’emîn re rû be rû man.
Erdnîgariya ku miletê me lê dijî: Şengal, Şêxan, Başîqa û Behzan bi tevahî ket destê çeteyên DAIŞ’ê. Ev jî bû sedem hemû Êzidî neçar bimînin penaberî welatên derve bibin. Di vê penaberiya biêş de bi hezaran zarok, pîr û kal ji tîbûn, birçîbûn û germahiyê canê xwe ji dest dan. Ji van 100 hezarî zêdetir derbasî welatên Ewropa bûn û ji 100 hezarî zêdetir di kampan de jiyan kirin.
Di encama vê fermanê de li gor lêkolîn heta niha hatî kirin 7224 jin û zarok dîl hatin girtin. Di nava deh salan de ji van 4111 kes hatine rizgarkirin. Çarenûsa 3113 kesan hê jî ne diyar e. Mirovên me yên dîl ketin destê DAIŞ’ê rastî her cûre îşkenceyê hatin, mîna tecawiz, heqaret û ferzkirina guhertina ola xwe. Di sûk û bazaran de hatin firotin û hê jî li gelek dewletên wekî Tirkiye, Sûriye, Filîstîn, Şîşan, Siûdî û hwd. têne dîtin.
Heta niha 93 gorên komî hatine tespîtkirin û belgekirin. Di van gorên komî de hestiyên ji 3 kesî û heta hezarî qurbanî hene. Li ber çavê dinya bi rengekî hem eşkere û hem veşartî qurbaniyên vê jenosîdê bi rêbazên herî hovane; darvekirin, gulebarandin, di qefesa de zindî zindî şewitandin, serjêkirin ve hatin qetilkirin.
Cihên civaka me yên pîroz, dîrokî, çandî, olî û goristan hatin teqandin, ji navbirin û tunekirin. Bajar, bajarok, gund û gundik mal bi mal hatin talankirin û wêrankirin. Nirxên madî wekî dexil, heywanên kedîkirî, bax û bexçe, wesayît, alavên di mala de û zêr û dirav hatin desteserkirin.
Bi hezara kes ji ber wan êrîşan birîndar bûn û bi nexweşiyên giran ketin. Ji ber vê jenosîdê û trajediya giran gelek mirovên me bi nexweşiyên derûnî re rû be rû man. Beşekî mezin a civakê ji hêviyên pêşerojê dûr ketin. Ji hilbirîna jiyanê qutbûn û di nava xetimandinekî fikrî de dijîn.
Divê Iraq jenosîdê nas bike
Eşkere ye ku bûyerên li jorê bi kurtasî hatine vekirin jenosîd e. Li gorî qanunên neteweyên yekbûyî fermana 2014’an civaka me jiyan kirî hemû xalên jenosîdê di nav xwe de dihewîne. Ji lewra di nava deh salan de 14 welatên wekî; Dewletên Yekbûyî yê Emerîka, Îngîltere, Elmanya, Kanada, Fransa, Îtalya, Îskoçya, Avustralya, Portegal, Holanda, Belçîka, Îrlanda, Luksemburk û Ermenîstanê jenosîda Êzîdiya nas kirin.
Em bang li dewleta Îraqê dikin vê jênosîdê nas bike û erkên xwe yên însanî, siyasî û huquqî pêk bîne. Li ser vê esasê bang li Serok Komarê Îraqê, Parlementoyê, Desteya Wezîra û Dadgeha Federal ya Îraqê dikin ku demildest li ser vê mijarê bicivin daxwazên li jêr hatine diyarkirin erê bikin.
Dîsa em bang li Neteweyên Yekbûyî û 14 dewletên jenosîda Êzidiyan nas kirine dikin ku piştgirî bidin civaka Êzidî, ji bo dewleta Îraqê û hemû dewletên cîhanê jenosîda Êzidiya nas bikin. Li gorî prensîbên peymanên netewî û gerdûnî tevbigerin.
Daxwazên me bi vî awayî ne:
-Jenosîda Êzidiya bê nas kirin.
-Bersûcên jenosîdê werin dadgehkirin
-Ji bo civaka Êzidî vegerê ser cih û warê xwe, di milê madî û manewî alîkarî bê dayîn
-Ji bo ku rê li koçberiya Civaka Êzidî werê girtin, li cih û warên xwe vegerin ji aliyê NY ve parastina hebûna wan werê mîsogerkirin.
Banga xwedî derketinê
Em di salvegera 9’emîn a rizgarkirina Şengalê de pêngava naskirina jenosîda li dijî civaka me pêk hatî didin destpêkirin. Ev pêngav ji 13’ê Mijdarê heta çarşema serê Nîsanê wê dewam bike. Pêngava me wê li Şengal, Iraqê, li Kurdistan û asta cîhanê de were meşandin. Wê pêngav bi komkirina îmzeyan dest pê bike. Îmze hem bi rêbaza elektorûnîk û hem jî bi dest werin komkirin.
Li ser vî esasî em di serî de bang li tevahî miletê xwe yê li her derê ye dikin tevlî vê pêngavê bibe. Her wiha em bang li tevahî gelê Kurdistanê jî dikin xwedî li vê pêngavê derkevin. Ji bo civaka me bigihêje mafên xwe û bi awayekî xweser jiyan bike."