Li Şengalê hilbijartin tê asteng kirin

Li gelek deverên Şengalê bi hincetên cuda dengdan tê asteng kirin.

Şengal- Li Şengalê dengdanê li gorî dema herêmê saet di 07:00 de dest pê kir. Li 52 navendan li 427 sindoqan dengdan tê kirin. Dengdêrên Şengalî bi baldarî çûn qadên dengdanê, lê li gelek deveran astengî derketin pêşiya wan. Li gelek navendên dengdanê bi hincetên teknîkî dengdan hate rawestandin. Li gorî agahiyan li 21 navendên dengdanê dengdan hatiye rawestandin. Hate ragihandin ku kesên dixwazin dengê xwe bidin namzetê PADÊ Şêx Semîr têne astengkirin. Tevî vê yekê qerta dengdêriyê ji gelek kesan re nehate şandin.