Li Şengalê festîfala zarokan
Li warê pîroz Şengalê berpesarên Çilmêran li Serdeştê festîfala zarokan bi rengîniya lîstokên zarokan despêkir û bi xelatgirtina zarokên di pêşbaziyan de bi ser ketî dawî bû.
Şengal - Li Şengala piştî fermanê giranî hatiye dayîna xebatên înşaya civakî, bi pergala xweseriya demokratik gel di her qadê de xwe hîn zêdetir bi hêz rêxistin dikin. Di pergala xweseriya demokratik de herî zêde jin, zarok û ciwan xwe didin îfadekirin. Zarok bi zimanê xwe dixwînin û lîstokên xwe dilîzin. Her sal bi pêşengiya Komîta Perwerdê ya Êzidîxanê ji bo zarokan festîfal tê amadekirin. Îsal jî li Serdeştê festîfala zarokan hat despêkirin.
Festivalê bi axaftina mamoste Xanım Sabir re despêkir paşê jî bi koma Kevana Zêrîn a stranan dewam kir. Zarokan bi stran û dîlanên xwe reng dan Serdeştê. Paşê jî bi lîstokên cuda dewam kir. Di lîstokên pêşbaziyê de ji bo serkeftinê zarokan ked dida. Di dawiyê de zarokên bi ser ketin hatin xelatkirin.