Li Şengalê cejna Newrozê tê pîrozkirin

Bi dirûşmeya ‘Ji Rêber Apo re Azadî ji Şengalê re xweserî’ bi sedan xelkê Şengalê herikîn qada Newrozê ya li geliyê Kersê.

Şengal - Gelê Şengalê bi boneya Newrozê berê xwe dan Geliyê Kersê û bi şahiyekê Newroz pîroz kirin. Qada Newrozê bi pankart û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemilandin.

Pîrozbahiya Newrozê bi pêşengiya Meclisa Xweseriya Şengalê bi dirûşmeya  ‘Ji Rêber Apo re Azadî ji Şengalê re xweserî' destpê kir. Di destpêka şahiyê de peyama Rêveberiya Xweser a Şengalê, sazî û dezgehên civaka Êzidî, ji aliyê hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hesen ve hate dayîn.

‘Em ê tifaq û rêxistinbûna xwe xûrtir bikin’

Rîham Hesen di destpêka peyamê de cejna Newrozê li malbatên Şehîdan, gerîlayên azadiyê û her wiha gelê kurd û civaka Êzidî pîroz kir û wiha got: “Newroza 2024’an gelek girîng û bi wate ye. Gotineke Şehîd Mazlum Dogan heye dibêje ‘Berxwedan Jinyan e, teslîmiyet xiyanet e’ û li zindana Amedê bi bedena xwe agirê Newrozê geş kir. Di kesayeta Mazlum Dogan, Zekiye û Rahşanan de em tevahî şehîdên Newrozê û şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin. Çawa di dîrokê de Deheqê zalim hebû di roja îro de jî zihniyeta Deheq berdewam e. Lê çawa Kawayê Hesinkar li hember Deheq serî rakir û dawî li wê zilmê anî  di roja me ya îro de jî bi ruhê Newrozê û fikrê Rêber Apo em ê dawiya dagirkeriya dewleta tirk û xiyaneta mala Barzanî bînin.

Bi soza ‘Ji Rêber Apo re Azadî, ji Şengalê re Xweserî’ em ê tifaq û rêxistinbûn û berxwedana xwe xurtir û mezintir bikin. Her wiha ji aliyê din ve mizgîniya Tevgera Azadiyê ya  Newroza îsal nîşaneya serkeftin û pêvajoyeke nû ye ji bo hemû gelên azadîxwaz. Ev Mizgînî ji bo me pir girîng û bi wateya ji ber ku dewleta Tirk bi teknîka xwe, êrişî ser hemû gelên azadîxwaz dike. Her derbeka li dijmin bikeve ji bo me bi wateye.”

‘Emê li beramberî hemû pilanan bi serkevin’

Her wiha Rîham Hisam di peyama xwe de bal kişand ser vegera Êzidiyan a Şengalê û wiha dom kir: “Gelê me ku vegeriyane ser axa xwe û em cejna Newrozê pîroz dikin ev bersiv e ji dijmin re ku dixwazin Şengalê ji gelê wê vala bike. Em di vir de peyama xwe didin ku em ê heya Şengal xweser û Azad bibe li ber xwe bidin û li hemberî hemû planan bi ser bikevin. Li ser vê esasî em ji Çiyayên Şengalê silav û hezkirina xwe ji şervanên azadiyê re dişînin û serkeftina wan pîroz dikin. Serkeftina wan serkeftina me ye.Em vê coşa Newroza xwe diyarî Serok Apo û şervanên azadiyê dikin û em dibêjin ‘Bijî Serok Apo, Bijî Newroz, Berxwedan Jiyan e û Teslîmiyet Xiyanet e.’”

Piştî peyamê meşaleya agir ji ajiyê dayikên Şehîdan û berdevaka Tevgera Azadiyê Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico ve hat pêxistin û piştre koma govendê ya navenda Stiya Nexşa derket ser dikê.

Şahî bi stranên gelerî ji aliyê stranbêj Mûrad Feqîr ve dest pê kir.

Her wiha  hunermen Îdo Çelkî, Ferman Hewaramî, Berbang Hilat û hunermedên navenda Çand û Hunera Şengalê berhemên xwe pêş kêş bikin û şahî wê heya seatên êvarê dewam bike.