Li Şengalê bi wesîleya fermanê afîş tên daleqandin

Civaka Êzidî wê di 3’ê Tebaxê de bi boneya salvegera fermanê 5 deqeyan jiyanê rawestîne.

 
Şengal - Bi boneya salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an li Şengalê afîş têne daleqandin. Ev xebat ji aliyên Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê ve hatiye organize kirin ku li tevahî navçe û gundên Şengalê afîş tên daliqandin. Îro jî di demjimêrên nîvro de ji aliyê meclisa giştî ya xanesorên ve afîş hatin daliqandin. Di çarçoveya çalakiyên bi boneya fermana 3 yê Tebaxê tên li darxistin de hate xwestin ku di roja salvegera Fermanê de tevahî gelê Êzdî yên her deverê di demjimêr 10’ê sibê de ji bo 5 deqeyan jiyana bidin rawestandin. 
Endama Partiya Azadiya Demokratik ya Şengalê Nafya Mêşo jî ji bo çalekiya daleqandina afişan got: “Me afiş ji bo fermanê daliqandin, ev afîş wê îro li tevahî gund û navçeyan werin daliqandin. Wê di salvegera fermanê de tevahî gelê me yê Êzidî 5 deqeyan jiyanê bidin rawestandin.”