Li Şengalê bi rêxistinbûnê xeta berxwedanê bi ser ket

Dengdana li Şengalê tevî hemû tevlihevî û lîstikên PDK’ê bi serkeftina namzedê Êzidî Qasim Keşko bi encam bû. Civaka Êzidî di van hilbijartinan de diyar kir ku ew ne Êzidiyên beriya 2014’an in xwedî fikir û felsefe û sîstema xwerêveberiya xweser in.

MEDYA HAWAR

Şengal - Namzedê PADÊ’ê Qasim Keşko  ku bi salan e di nava civakê de kar û xebatên bihêz û bi fikrên neteweya demokratîk dide meşandin cihê xwe di dilê civaka xwe de girtiye. Tişta ku bi sedem Qasim Keşko bi ser bikeve, fikir, îrade û zanebûna civaka Êzidî bû. Civaka Êzidî dijminên xwe û dostên xwe ji hev derxist û bi hêviyek mezin berê xwe da hilbijartinan.

Di rûyê her kesê ku diçû ser sindoqan de hêviya serkeftinê hebû, hemûyan bang dikirin yan serkeftin yan serkeftin. Digotin hêviya me heye em bi ser bikevin. Bandora gotina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a ku dibêje “Hêvî ji serkeftinê bi nirxtir e” di rûyê dengdêran de xwe dabû der. Tevî ku rêjeya dengdanê kêm bû jî lê belê coş û heyecana civakê di asta jor de bilind bû. Ew jî hema di saetên destpêkê de diyar dikir ku namzedê PADÊ’ê Qasim Keşko wê bi ser bikeve. Mixabin ji ber ku civaka Êzidî rastî fermaneke bêbext hatiye. Koçberî û hejarî jî çêbûye. Pir kes hebûn ku resmiyeta wan a dengdanê tunebû, nikaribûn çêbikin. Wê yekê jî rêjeya dengdanê li Şengalê kêm kir.

PDK ji ber rewşa xwe bi tirs e

Li hinek cihan polîsan hewl dida civakê bêhêvî bihêlin û ji dengdanê dûr bixin. Li hinek cihan jî PDK’ê û hinek partiyên din hewldanên xapandina civakê bi peran dikirin. Hêzên ku qaşo xwe bi ewlehî û parastina sindoqan xwe bi nav dikirin digotin ma çi feyde ye hûn deng didin, kes ji bo we tiştek nake. Helwesta civakê ew bû, digotin ew ê dengê xwe bidin xwe û ew ê serkeftinê bi dest bixin. Civaka Êzidî dizanibû ev ne hilbijartinek e ji rêzê ye û bi van hestan lîstikên tirsonek vala derxistin. PDK’ê dizanibû ku nikare bi ser bikeve ji bo wê jî di nava hewldanên kirîna dengan de bûn. Kirîna dengan ji bo çi ye ger ji civakê re jiyana azad, aram û di bin sîwaneke demokratîk de birêve dibe.

Siyaseta PDK’ê ya li ser kampên koçberan 9 sal in bi qirêjiya xwe didome. Lê belê li kampan piraniya dengdêran dengê xwe nedan. Ji ber ku dengê xwe nedan, PDK’ê beşek ji wan bi zorê anîn Şengalê û dengê wan ji bo xwe bi kar anîn. Kesên ku dengê xwe di nava kampan de ji bo Qasim Keşko namzedê PADÊ bi kar anîn jî bi dizî wêne kişandibûn. Ev dide nîşandan ka civaka Êzidî di hundirê wan kampan de çiqas di bin zextê de ye nikare dengê xwe jî bi rengekî azad bi kar bînin.

Serkeftin çi ye û têkçûn çi ye?

Li Şengalê PDK’ê hinek deng bi dest xist. Gelo em dikarin bibêjin ew bi ser ket. Bêguman em nikarin wisa bibêjin. Ger wisa bê gotin xapandinek herî mezin e. Bi dizî, hîle, tehdîd û pere serkeftin nayê bidestxistin. Serkeftin ew e ku civak pêşeroja xwe hebûn û çanda xwe di fikir û pîvanê te de bibîne. Serkeftin ew e ku civaka te bi azadiyê deng bide û bi azadî biçe ser sindoqan û bibêje ev fikir me temsîl dike em vî fikrî ji bo xwe hildibijêrin. Ketina PDK’ê beriya hilbijartinan diyar bû. Serkeftin bi pere nayê bidestxistin.

Serkeftina namzedê PADÊ Qasim Keşko tevî hîleyan û hewldanên provokatîf jî hat bidestxistin. PADÊ ji dema ku hatiye damezrandin ve heta roja îroj xizmeta civaka Êzidî kiriye. Kesên ku di rêveberiya partiyê de û kesên ku kar di nava PADÊ de dikin hemû jî di nava civakê de ne. Êş û derdê civakê parve dikin. pêwîstiya civakê bi çi hebe, her dem PADÊ bûye bersiv. Jiyana azad û demokratîk ava dike. Sazî û dezgeh ji civakê re vekirine. PADÊ ne di xizmeta kesan de ye, di xizmeta civaka Êzidî û giştî Şengalê de ye. wekheviya di navbera jin û mêr de ji sîstema hevserokatiyê bigre heta ya xwerêvebirinê. Îro her kes sîstem û jiyana Şengalê ji bo xwe mînak digre. Di nava şertên herî zehmet de û êrîşên dijmin û dagirkeran, lîstikên xwefiroşan de PADÊ her dem têkoşîn û berxwedanê raber kir û dike. Dengdêrên ku çûn ser sindoqan û dengê xwe dan namzedê PADÊ bi hêvî, bawerî û bê tirs çûn û dengê xwe dan. Serkeftin ev e.

PADÊ ji bo giştî Nînowayê hêvî ye

Ne tenê Êzidiyan dengê xwe dan Qasim Keşko, xeta sînor a Ereban piraniya deng ji bo Qasim Keşko bûn. Civaka Ereb jî hêvî û pêşeroja xwe ya azad di vê partiyê de dibîne. Ji ber ku sîstema neteweya demokratîk li wir birêve diçe. Jiyana ku jin û mêr tê de yeksan in tê avakirin. Civaka Ereb, bi taybetî xeta sînor a navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê piştî naskirina fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêviyek di hundirê wan de ava bû. Sazî û dezgehên xwe ava kirin, meclisa gel û meclisa jinan ava kirin. Di hilbijartinan de digotin Qasim Keşko yê me ye, em ê dengê xwe bidin wî. Dibe ku Qasim Keşko wekî kes nas nakin lê PADÊ û sîstema wê ya demokratîk û wekhev nas dikin û li ser vî esasî dengê xwe bi kêfxweşî dan Qasim Keşko.

Bi rêxistinbûnê civaka Êzidî serkeftin bi dest xist

Civaka Êzidî serkeftinek bi dest xist û baweriya bi hêza xwe nû kir. Civaka Êzidî ji ber ferman û êrîşan bêhêvî mabû lê em dikarin bibêjin ku bi serkeftina di van hilbijartinan de gavekî mezin û nû avêtin û nîşanî her kesê dan ku ew fikrên azad û jiyana azad armanc dikin û armanca wan bi cih hatiye. Beriya ku encama hilbijartinan derkevin pir kesan hewl dida civakê bêhêvî bihêle. Lê civak ji hêza xwe bawer bû, her dem digot an serkeftin an serkeftin û di encamê de bi ser ketin.