Li Şengalê bi boneya 4’ê Nîsanê şahiya zarokan hat lidarxistin

Bi boneya 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Saziya Perwerdeyê ya Civaka Êzidiyên Şengalê ve şahiya zarokan hat lidarxistin.

Şengal-Saziya Perwerdeyê ya Civaka Êzidiyên Şengalê (SCP-ÊŞ) bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her sal ji bo zarokên dibistanên kurdî şahî li dar dixe. Îsal jî bi heman armancî ji bo zarokan şahî pêk hat. Di vê çarçoveyê de li Deriyê Geliyê Kersê ji bo xwendekarên dibistanên li Xanesor, Sinûn û Serdeştê şahî hat lidarxistin.

Di şahiyê de zarok stran gotin û cur bi cur lîstikan lîstin. Di dawiya lîstên ku hatin lîstin de zarokên bi ser ketin hatin xelatkirin. Ji aliyê din ve gelek zarokên ku tev li şahiyê bûn kêfxweşiyên xwe anî ziman û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû zarokan û cîhanê pîroz kirin.

Têkildarî şahiya zarokan ku her sal di 4’ê Nîsanê de pêk tê mamosteyên dibistanan axivîn.

Mamosteya dibistanê kurdî ya Xanesorê Neman Xanesor ku 4’ê Nîsanê li her kesî pîroz kir, diyar kir ku ew wek dibistanên kurdî her sal di 4’ê Nîsanê de şahiya zarokan li dar dixin û wiha got: “Em jî wek mamoste û xwendekarên Serdeştê ji bo şahiya zarokan hatine vir. Şahiya me bi kêf û xweşiyê derbas bû. Me pêşbirk ji bo zarokan çê kir û di dawiya pêşbirkê de zarokên ku bi ser ketin me diyarî pêşkêşî wan kir. Her wiha em bi vê wesîleya pêşbirkê 4’ê Nîsanê li her kesî pîroz dikin.”

Mamosteya dibistanê kurdî Sual Silêman jî ev tişt anî ziman: “Me bi boneya 4’ê Nîsanê li Deriyê Geliyê Kersê ji bo zarokan şahî pêk anî. Wek mamosteyên kurdî me ne tenê li vir me li Şengalê jî şahî pêk anî û em ê cihê din jî pêk bînin. Ji aliyê din ve me bi fikren Rêber Apo xwe perwerde û birêxistin kir ji bo vê jî me xwest di 4’ê Nîsanê de şahiyek pêk bînin. Bi wesîleya vê rojê em 4’ê Nîsanê li herkesî pîroz dikin.”