Li Şehbayê semînera ser mijara tundiyê

Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê bi boneya 25'ê Mijdarê li gund û navçeyên Kantona Şehbayê dest bi rêze semîner û civînan kir.

Şehba - Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê bi dirûşmeya "Têbikoşe dagirkerî û tundiyê têk bibe" ji bo 25'ê Mijdarê Roja Cîhanî ya tekoşîna li dijî tundiya li ser jin bi armanca danasîna tundiya li ser jinê dest bi rêze semîner û civînên xwe kir. Ji endam û rêveberên komîn, meclîs û welatiyan re seminerên tên çêkirin ji 21'ê mehê destpêkirine wê heya 24'ê mehê li gundewar û navçeyên Kantona Şehbayê bidome. Semîner ji aliyê endamên Kongreya Star a herêma Efrîn ve tên dayîn.
Endama Meclîsa gundê Babinês ya girêdayî navçeya Ehdas a Şehbayê Emîne Reşîd got:  "Em hewil didin tundiya li ser jin ji pêkhateyên civakê re didin dansîn û xwedî li mafê jin derdikevin. Xwasteka min ku her jinek bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe azad bike. Rêber Apo deriyayek ji fikira xwe ji jinên kurd û cîhanê re ye. Em li ser şopa Rêber Apo jiyan dikin."
Rêveberiya Kongreya Star a herêma Efrînê Gulê Mihemed jî got: "Heya roja me ye îro tundî û şideta li ser jinê ji aliyên hêzên desthilatdar ve berdewam e. Bi hezaran jin rojane tên tecawizkirin û qetilkirin ji ber vê yekê şidet heya vê kêliyê berdewam e û nehatiye bi dawîkirin. Em jî weke Kongreya Star bi civîn û semînerên xwe hewil bidin ku vê tundiyê û destdirêjiyê ji holê rakin."
Koordînasyona Kongreya Star ya Kantona Efrînê Salîha Mihemed jî got: "Jin heya niha bi aramî nikare jiyan bike. Deverên ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ve hatiy dagir kirin zêde jin rastî kuştin, tecawiz û qirkirinê tên. Em weke Rêxistina Kongreya Star di Sûriyeyê de em ê xwedî li jinê derbikevin."