Li Şehbayê salvegera 9'emîn a Şoreşa Rojava hat pîrozkirin
Bi hatina salvegera 9'emîn a Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, Meclîsa Kantona Efrîn û Rêxistina Kongreya Star şahiyek li Kantona Şehba li dar xistin.
Şehba- Bi boneya salvegera 9'emîn a Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, Meclîsa Kantona Efrîn û Rêxistina Kongreya Star bi dirûşma "Em bi rihê şoreşa 19'ê Tîrmehê dagirkeriyê têk bibin û serkeftinê misoger bikin" şahî li hola kampa serdem a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê li dar xistin. Şêniyên herêma Efrîn di şahiyê de amade bûn. Qad bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û pankertên bi nivîsa "Ji bo azadî û demokrasiyê li her derê berxwedane","Azadiya Rêber Apo azadiya me ye" û "Azadiya Rêber Apo misogeriya avakirina Netewa Demokratîk e" hatibû xemilandin.
"19'ê Tirmehê pîroz dikin"
Şahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Pişre Hevseroka Meclîsa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemo axivî. Şîraz salvegera şoreşê pîroz kir û wiha vegot: "Em salvegera 9'emîn a şoreşa 19'ê Tîrmehê li tevahî gelan û li Rêber Apo pîroz dikin. Em hemû pakrewanên azadiyê bi vê boneyê bi bîr tînin. Siyaseta dewletan wê tucarî sernekeve ji ber hêza gelê azadîxwaz jê xurtire. Em bi rihê şoreşa 19'ê Tîrmehê hemû destkeftiyên şoreşê diparêzin. Tu carî vîn û îradeya gelê ku bi hezaran salan li ber xwe didin û parastina hebûna xwe dikin, wê neyê şikandin. Kes nikare rûmeta gelan bin pêk bike. Em qirkirinê li ser hebûna me qebûl nakin. Sekina gelê azadîxwaz bersiva xurt ji dijmin re ye."
Endama Koordinisiyona Kongreya Star a herêma Efrîn, Elîf Şêx Mihemed ji bo salvegera 9'emîn a Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pîrozbahî xwend û şoreş li Rêber Apo û pakrewanên azadiyê pîroz kir.
Hunermend Hisên Xanê ji Kobanê û hunermenda herêma Efrîn Newroz Silêman stranên xwe yên gelêrî vegotin.
Koma govendê ya kampa Berxwedan govendên xwe pêşkêşkirin. Di dawiyê de hunermend Rêzan Bekir a herêma Efrîn stranên xwe filklorî û şoreşgerî vegotin û şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.