Li Şehbayê şahiya 8’ê Adarê: Qad bi rengê jinan xemilî

Şahiya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li kantona Şehbayê bi rengê jinan bi şahiyekê hat pîrozkirin.

Şehba- Di bin dirûşma "Bi îradeya jinên azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî, tecrîdê têk bibin" Kongreya Star Efrîn-Şehbayê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê şahî li kantona Şehbayê li dar xist. Di destpêkê de bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan Efrîn-Şehbayê meşek ji qada şahiyê ya gundê Elewşe ê navçeya Ehdasa kantoan Şehbayê hat lidarxsitin. Di qada şahiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pakrewanên jin û alên Kongra Star hatin daliqandin.

‘Em ê bi vîna jinên azad û qehreman dawî li tecrîdê bînin’

Şahiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, paşê ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Efrîn-Şehbayê Şaziye Îbrahîm ve axaftin hat kirin. Şaziye Îbrahîm di axaftina xwe de 8'ê Adarê pîroz kir û got: "Em Roja Jinên Kedkar A Cîhanê li Rêber Apo û tevahî jinên cîhanê Yên têkoşer pîroz dikin. Bi saya fikr û ramanên Rêber Apo îro jin li qadên azadiyê bi rengên xwe 8'ê Adarê pîroz dikin. Ji Şehbayê heya Îmraliyê em soza nûjenkirina xeta berxwedanê li dijî siyasetên qirkirinê, didin ku em ê bi vîna jinên azad û qehreman dawî li tecrîdê bînin û Rêber Apo bi fizîkî azad bikin û bi hev re di Kurdistana azad de 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz bikin."

Komên muzîkê bi stranên xwe coşa rojê mezin kirin

Piştre ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn Efrîn-Şehbayê ve bi beşdariya komên hunerî û çandî şahî hat pîrozkirin. Koma Şehîd Hêva û koma Şehîd Berçem ên stranan a Tevgera Hîlala Zêrîn stran gotin. Her wiha koma Şehîd Ronahî ya Çand û Hunera Efrîn-Şehbayê û Koma Şehîd Viyan Soran ên govendê ya Tevgera Hîlala Zêrîn derketin ser dikê. Li kêleka wê hunermend Yesmîn Koşan ji bajarê Helebê û hunermend Fatimê Bîlal a Tevgera Hîlala Zêrîn Efrîn-Şehbayê derbasî şahiyê bûn û stranên xwe gotin. Di heman demê de Koma Şehîd Bêrîvan a Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava bi stranên xwe xemla xwe dan şahiyê.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.